Hevseroka PJAK'ê: Gelên Îranê bi têkoşînê dest bi sala nû kirin

Vejîn: Encama têkoşîna gelê Kurd a li qada siyasî bandor li gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê jî kir. Kar û têkoşîna hate kirin, di asteke girîng de hêza fêhmkirin û rêxistinbûnê li Rojhilatê Kurdistanê afirand.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn got, bi têkoşîna xwe ya demokratîk re wan zexta guhertinê li Îranê kirine û diyar kir, gelên Îranê bi raperîna xwe ya dawiya salê re daxwaza xwe ya guhertinê di asta herî bilind de anîne ziman.

Vejîn bang li Îranê kir ku dest ji polîtîkayên xwe yên zordar berde û destnîşan kir, weke tevger ew destwerdana hêzên derve ji xwe re weke firsendekê nabînin, lê têkoşîna guherîn û veguherînê ya gelan esas digirin.

Vejîn berxwedana gelên Îranê ku bi daxwaza azadî û demokrasiyê dest pê kir û sala nû pîroz kir û got, "Sala nû bi berxwedan û serhildana gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dixemile."

Vejîn berxwedana li dijî rejîma Îranê ya desthilatdar, serdestiya mêr, dîktator û faşîst ê meşandin silav kir û got, "Şehîdên vê berxwedanê ku ji hêla çekbidestên rejîmê bi awayeke hovane hatine qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînim. Bêguman me saleke dijwar û girîng li pey xwe hişt. Hem li Kurdistan, hem jî li herêmê û tevahiya cîhanê pêşketinên girîng rû dan. Şerê cîhanê yê sêyem ku bi navenda Rojhilata Navîn dest pê kiriye, bi taybetî bi şêwazê cuda cuda bi berdevamî didome û ev şer di vê salê de gihişte asta herî jorê. Bingeha vî şerî ya esasî qeyranên îdeolojîk, pergalî, civakî, siyasî, aborî ne û bi şûna çareseriyê, ev qeyran zêdetir kûr û berfirehtir bûn. Mirov dikare bêje ku Pergala modernîteya sermayedar û li herêmê nûnerê wê netewe-dewlet, di encama têkoşîna gelan û hêzên azadîxwaz di nav aloziyeke ciddî de ne. Ji ber qeyrana heyî li herêmê bingeha xwe ji hebûna pergala sermayedar, netewe-dewlet a statukoparêz digire.  Kûrbûn û berfirehbûna van alozî û pirsgirêkan ne bi şêwazeke xwezayî pêş ketin. Hêzên desthilatdar bi awayeke hevbeş û hevgirtî zemînê van pirsgirêkan xurt û amade kirin. Ev zihniyet çavkaniya xwe ji destavêtina nirxên civak û destketiyên têkoşîna azadiya hêzên azadîxwaz digire. Mêzînên di herêmê de têne avakirin bi zihniyeta dewletger tê meşandin, bi rengên cuda xwe di herêmê de bi rêxistin dike ku terorîzma DAIŞ jî berhemek ji vê rastiyê bû. Heya ev zihniyeta dewletger hebe, wê herdem hêzên weke DAÎŞ, El-Qaîde, Cephetul El Nûsra û hwd. bi rêbazên hovane bixwazin dagirkeriyê bikin."

Zîlan Vejîn diyar kir ku v sal bi têkoşîna gelan û jinan ji bo azadî û demokrasiyê hate tacîdar kirin û wiha dewam kir: "Dibe ku şer dewam dike, lê diyar e ku wê têkoşîna gelan, ya beşên civakî yên bindest û jinan çarenûsa vê pêvajoyê bandor bike. Bi têkoşîn û berxwedana gelan derfet û destketiyên pir mezin ji bo avakirina pergaleke demokratîk û wekhev derdikevin holê.

Bi taybetî gelê Kurd û tevgera azadîxwaziya gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo re projeya neteweya-demokratîk û projeya hevgirtina gelan, bi azadkirina Reqa û rojhilatê Dêra Zorê gihande qonaxeke nû. Herçend dagirker û hêzên dewletperst xwastin çembera xwe ya dagirkeriyê berfireh bikin û di siyaseta xwe de israr kirin, lê belê têkoşîna hêzên azadîxwaz ev çember bi têkoşîn û hesreta xwe ji bo pergaleke azad, demokratîk û wekhev pêşdetir birin. Herikîna dîroka li jêr siya zihniyeta nijadperest, zayendperest, dewletperest û desthilatdarî di encama têkoşîneke mezin tê guhertin û xeta demokratîk a gelan pêş dikeve. Xeta sêyem bi pêşengtiya tevgera Apoyî, di herêmê de wek alternatîf derketiye pêş.

Pergala zayendperest li ser fikir, fîzîk û ruhê jinê her şêwazî şer da meşandin. Lê nekarî li pêşiya rêxistibûn û têkoşîna jinê bigire û xeta sêyem di esasê de bi pêşengiya têkoşîna jin, destketiyên mezin bi dest xist. Jinan ji her salê zêdetir îsal bi awayeke hevgirtî, di asta herî jorê de, di her qada jiyan û têkoşînê de tevlê bûn. Ya rast jinên Kurd di vî warî de rolek girîng û pêşeng girtin ser milê xwe û bi vê rola xwe ya pêşeng jî mohra xwe li salê dan. Jinên Kurd ya ku di nava tabûyên kevneşopiya civakî hatibû dorpêçkirin, ev dorpêç bi bawerî, îdea û azweriya ji azadiyê re parçe kir. Jinên Kurd di qada civakî, leşkerî, aborî û siyasî de, diyar kirin ku moderniteya katîtalîst a jinê meta dike, divê bi têkoşîna hevbeş ya jinan têk biçe û encex wiha civak dikare azad bibe. Jin hem li bermberê kevneşopiya hezaran salan ya desthilatdariya zilam û hem jî bi hestên xwe yê welatparêzî bi erka parstina nirxên civakê yên madî û menewî tevgeriya."

'JI BO PARASTINA HEST Û NIRXÊN WELATPARÊZIYÊ EM TÊKOŞIYAN'

Vejîn da xuyakirin ku ji bo parastina nirxên welatparêziyê û rûmeta gelan ew têkoşiyan û li ser sala 2017'an ev nirxandin kir: "Di cîhan, herêm û Kurdistanê de sala 2017’an rastê pir zorî, alozî û şerên giran hat, ji hêlekê ve gelan têkoşîna xwe bilind kir, ji hêleke din ve jî li pir aliyên cîhanê gel bi qirkirin, birçîbûn, koçberî û dijwariyên giran re rûbirû man. Pergala sermayedar ji bo derbaskirina qeyrana xwe, xwe dispêre şer û nakokiyan û li ser vî şerî jî dixwaze xwe bi hêz bike. Kê hêza wê ya têkoşîn û şerkirinê li pêş bû, wê karî ku pêngavên girîng jî biavêje. Kurdan jî bi têkoşîna xwe ya siyasî, dîplomatîk, leşkerî û civakî nîşan dan ku hêzeke mezin û li pêş in, xwedî rol û xwedî gotin in.

Ji ber vê yekê jî hêzên dagirker ên herêmî û emperyal ên cîhanî pêşketina gelê Kurd qebûl nekirin. Mînaka herî berbiçav mijara Rojava û Sûriyê ye ku Kurdan bi hêzeke mezin şer kirin û ne tenê Rojavayê Kurdistanê rizgar kirin, herêmên stratejîk yên Suriyê jî rizgar kirin. Civaka Ereb jî girtin jêr garantiya parastinê û nirxên hevbeş bi gelê Ereb re ava kirin. Niha hevgirtineke qirêj ya Tirkiye, Îran, Rûsya û hêzên navnetewî û herêmî li Cenevre, Astana, Soçî li dijî şoreşa Bakûrê Sûriyê tê meşandin û naxwazin Kurdan beşdar bikin. Bêguman pir eşkereye heya Kurd beşdar nebin û modela çareseriya Suriyê ya demokratîk pêşkêş nexin, dê alozî û nakokiyên li Sûriyê û herêmê bidomin. Çareserî pêş nakeve. Ji ber vê yekê ye ku pêşî li tevlîbûna wan tê girtin."

'NE BI PROJEYÊN HÊZÊN DERVE, EM BI HÊZA GELAN TÊKOŞIYAN'

Zîlan Vejîn da xuyakirin ku weke Tevgera Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê wan pêşbîniya wê yekê kirin ku sala 2017'an wê hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo herêmê rê li ber pêşketinên girîng vekin û li gorî vê yekê ew tevgeriyan.

Vejîn got, "Bi taybet ji hêla siyasî ve zemînê ku di encama têkoşîna gelê Kurd derkete pêş, li ser gelê me li Rojhilatê Kurdistanê jî bandor kir. Di encama xebat û vê têkoşînê de li Rojhilatê Kurdistanê hêzeke mezin ya têgihiştin, birêxistinbûn derkete pêş. Yek ji armancên me yê sereke ew bû ku di çarçoveya xeta sêyem de siyaseta demokratîk û asta têkoşîna xwe ber bi pêş ve bibin. Dikare were diyarkirin ev heya radeyekê bandora xwe hem li ser civakê û qada siyasî jî kir. Bi taybet em di wê baweriyê de ne, yek ji rêyên çareseriya pirsa Kurd û demokratîkbûna Îranê bi hevgirtina Kurdan û îtîfaqa bi gelên Îranî dibe. Em dikarin bêjin di her du mijaran de wek PJAK’ê di vî warî de xebat heya astekê hate meşandin û di vî hêlê de derfet hate avakirin. Bi taybet destkeftiyên xwe yê ber bi çav hebû. Ji ber armanca me ya sereke yek jî ew bû em bi gelên Îranî re di sata pêywendî de nemînin, wan pêywendiyan bigihînin asta îtîfaqan. Ji ber PJAK ne li gel projeya hêzên derve an jî li benda firseteke muhtemel ya li hember Îranê ye, em dixwazin bi projeya xwe hêza demokratîk ya Îranî ku roleke dîrokî digire ser milên xwe, ji bo pêşxistina siyaseta demokratîk ava bikin. Emê bi dirûşmeya siyaset, hemû xebat û têkoşîna xwe bi pêşve bibin."

Vejîn destnîşan kir ku tevlîbûna jin û gelên Îranê li çalakiyan yek ji bûyerên herî girîng ên salê bû û got, "Serhildanên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ne tenê ji ber giranî, gendelî û pirsgirêka aborî ye. Di serî de pergal û desthilatdariya heyî ya yekperest ya netew-dewlet pirsgirêk e. Di bingeha daxwazên gel de çareseriya krîzên pergalî, siyasî, aborî, çandî, huqûqî, mafên mirovan û bi taybet mafên jinan heye. Bi salane dewleta îranê her li derve şer kir û daxwazên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji nedîtî ve hat, hemû hêza xwe ji bo welatên weke Yemen, Lûbnan, Suriye û Iraqê seferber kir, aboriya welatê Îranê xiste xizmeta vê şerî. Ev xwepêşandin di heman demê de hêrsa gel ya li beramberî siyaseta derve ya Îranê ye jî."

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN ÇALAKIYAN'

Vejîn anî ziman, çalakiyên gel ên li Îranê dest pê kirin, mafdar in û daxwazeke demokratîk e û destnîşan kir ku weke PJAK'ê ew piştgiriya vê dikin.

Zîlan Vejîn diyar kir ku wê di dema pêş de li ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê karekî berfirehtir bikin û got, "Em ê ne li gorî daxwazên hêzên navneteweyî ya jî pêkanînên antî demokratîk ên Îranê tevbigerin, em ê li ser bingeha xeta sêyemîn li her qadê têbikoşin.

Ji dema damezirandina PJAK’ê heya niha, xeta têkoşîna me ya siyasî, leşkerî, rêxistinî  li ser çareserkirina pirsgirêka demokrasiye li Îranê de bûye. Ji bo ku pergal demokratîze bibe û astengî li pêşiya jiyaneke demokratîk û azad ya civakê çeneke, me bi caran hişyarî da, deklerasyon belav kir û bangewazî kirin, lê belê rejîma Îranê her dem ev ji nedîtî ve hat û daxwazên gel jî paşguh kir. Niha li ser bingeha ked, têkoşîn û xebata bi salan ji bo azadiya gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê em bûne xwedî ezmûn û hêzekî mezin ji hêla siyasî, civakî û leşkerî li Rojhilatê Kurdistanê. Di heman demê de em xwedî projeyên çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên li Îranê ne. Gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku bi van serhildanên xwe careke din rola xwe ya dîrokî nîşan da, diyar kirin ku ger çareseriyek jî hebe dê bi hêza gel bibe. Şertên ku gel dide diyarkirin pêwîste rejîma dîktator ya Îranê li berçav bigire û li vê gorê vê tevbigere. Ji ber derveyî vê tu rêya çareseriyê nîne. Pêwîste hemû saziyên dewletê şîar û daxwaziyên gel rast bixwînin."