Hevseroka KCD'ê Guven hate binçavkirin
Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven hate binçavkirin.
Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven hate binçavkirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, danê sibehê dema ji mala xwe derdiket hate binçavkirin.
Leyla Guven bi hinceta ku di dozekê de îfade nedaye hate binçavkirin û ew birin Edliyeya Amedê. Tê payin ku di nava rojê de Guven derxînin pêşberî dadgehê.
Çend roj berê li dijî Guven doz hatibû vekirin û daxwaza cezayê 35 salan ê girtîgehê hatibû kirin.