Hevseroka HDP'ê ya berê ya Wanê Yadîşen Karabûlak hate sirgûnkirin
Hevseroka HDP'ê ya berê ya Wanê Yadîşen Karabûlak ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dîlgirtî bû, hate sirgûnkirin.
Hevseroka HDP'ê ya berê ya Wanê Yadîşen Karabûlak ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dîlgirtî bû, hate sirgûnkirin.
Hevseroka berê ya HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê ya ku saleke lê dîlgirtî ye hate sirgûnkirin.
Karabûlak ji bo testa vîrûsa koronayê 21'ê Cotmehê 2 caran birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê û piştî rojekê jî hate ragihandin ku sirgûnî girtîgeheke cuda hatiye kirin.
Agahî nedan malbat û parêzerên Karabûlak ku ji kîjan girtîgehê re hatiye sirgûnkirin.