Hevşaredarên Sûrê yên dîlgirtî hatin sirgûnkirin

Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr ku ji aliyê rejîma Enqereyê ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin û dîlgirtin, sirgûnî Erzîromê hatin kirin.

Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr di 23'ê Kanûnê de hatibûn girtin û li girtîgeha Amedê hatibûn bicihkirin.

Bûlûttekîn sirgûnî Girtîgeha Jinan Tîpa E ya Erzîromê, Ozdemîr jî ji Girtîgeha Girtî Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê hate kirin.

SIRGÛN ZÊDE BÛN

Di hefteyên dawî de sirgûn zêde bûn. Hevşaredarê navçeya Kopê ya Mûşê Adnan Topçû ji Girîgeha Girtî Tîpa E ya Mûşê sirgûnî Mereşê hate kirin. Topçû di 17'ê Kanûnê de hatibû destgîrkirin û piştî rojekê qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin û hatibû girtin.

Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan jî ji Mûşê ber bi Osmaniyeyê, 9 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê jî sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.

Hate hînbûn ku Karaaslan di 26'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê sirgûnî Girtîgeha Girtî Tîpa T a Hejmara 1'ê ya Osmaniyeyê hatiye kirin.

Di 27'ê Kanûnê de jî 15 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê bêyî malbatên wan pê bên hesandin sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.

Hevşaredarên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Şehsade Kûrt û Azîm Yacan di 30'ê Mijdarê de ji Wanê sirgûnî Erzîromê hatin kirin. Her du hevşaredar di 11'ê Mijdarê de hatibûn girtin.