Hevşaredarên Rêya Armûşê hatin destgîrkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredarên navçeya Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehsade Kûrt hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de yên li Wanê Hevşaredarên HDP'î yên navçeya Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehsade Kûrt hatin destgîrkirin.

Hevşaredar birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.

Polîsên Tirk avahiya şaredariyê dorpêç kirine û nahêlin kes bikevin hundirê avahiya şaredariyê.