Hevşaredarê nû yên Erdîşê hatin diyarkirin

Hevşaredarê Erdîşê Mahmût Pala bi hinceta ku BHQ’yî ye Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) mazbataya wî nedabû. Desteya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê ji dêvila Mahmût Pala, parêzer Bayram Çîçek ji bo hevşaredariyê diyar kir.

Hevşaredarê Erdîşê Mahmût Pala yê di hilbijartia 31’ê Adarê de hatibû hilbijartin, bi hinceta ku bi Biryara di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ye Saziya Bilind a Hilbijartinê mazbataya wî nedabû. Desteya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê ji bo kesekî di şûna Mahmût Pala de bidin diyarkirin, xebat dabûn destpêkirin û bi koma meclîsê ya şaredariyê civiya.

Desteya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê li avahiya HDP’ê ya navçeyê ji dêvila Mahmût Pala, parêzer Bayram Çîçek ji bo hevşaredariyê diyar kir.

Hevşaredarê Mahmût Pala yê ku mazbataya wî nehatibû dayîn diyar kir ku tişta girîng îrade û têkoşîna gel e û ew ê ji niha û şûnve jî ji bo gel bixebite.