Hevşaredarên Nisêbînê Kaya û Kok hatin girtin

Piştî binçavkirina 14 rojan a Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, hatin girtin.

Hevşaredarên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Sara Kaya û Cengîz Kok ku di 13'ê Çileyê de tevî 12 kesan hatibûn binçavkirin. Piştî biçavkirina 14 rojan, karûbarên wan ên li midûryeta polîsan bi dawî bû sewqî dozgeriyê hatin kirin. 

Dozgeriya Nisêbînê bi daxwaza girtinê Kok û Kaya sewqî dadgehê kirin. Dadgeha Cezayê Asliyê ya Nisêbînê bi hinceta, "Yekitiya dewletê xerab kirine" biryara girtina her 2 hevşaredaran da.

Hat diyarkirin ku Kok û Kaya şandine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.