Hevşaredarê Kopê hate sirgûnkirin

Hevşaredarê navçeya Kopê ya Mûşê Adnan Topçû ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve hate dîlgirtin ji Mûşê sirgûnî Mereşê hate kirin.

Hevşaredarê navçeya Kopê ya Mûşê Adnan Topçû di 17'e Kanûnê de dîl hatibû girtin û piştî rojekê qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin.

Topçû ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hate girtin, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mûşê sirgûnî Mereşê hate kirin.

Topçû li Girtîgeha Mûşê li hucreya yek kesî dihate hiştin. Sirgûna ku dawiya hefteyê hate kirin bêyî agahiya malbatê pêk hat.

SIRGÛN ZÊDE BÛN

Di hefteyên dawî de li sirgûn zêde bûn. Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan, ji Mûşê sirgûnî Osmaniyeyê, 9 girtiyên siyasî yên li Tîpa T a Osmaniyeyê jî sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.

Karaaslan di 26'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1'ê ya Osmaniyeyê hatibû kirin.

Di 27'ê Kanûnê de jî 15 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê bêyî agahî ji malbatên wan re bê dayin sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.