Hevşaredarê Elkê hat binçavkirin
Hevşaredarê Elkê Nûrettîn Ataman ê DBP'yî, danê vê sibehê li mala xwe hat binçavkirin.
Hevşaredarê Elkê Nûrettîn Ataman ê DBP'yî, danê vê sibehê li mala xwe hat binçavkirin.
Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser mala Hevşaredarê navçeya Elkê ya Şirnexê Nûrettîn Ataman.
Ataman li mala xwe hat binçavkirin. Polîsên Tirk di heman demê de avêtin ser avahiya Şaredariyê û li odeya Ataman lêgerîn kirin.
Li gorî agahiyan, tevî Ataman kesên bi navê Cindî Ataman û Davût Ataman jî hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta emniyetê ya li navçeyê.
Heta niha 75 Şaredariyên DBP'yî ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatine desteserkirin.