Hevşaredara rehîn Ozaydin di karantînayê de ye

Diyar bû ku bi gumana  vîrûsa koronayê tê geriyaye, Şaredara rehîn a Şemrexê Nalan Ozaydin ketiye karantînayê.

Diyar bû ku Hevşaredara Şemrexê ya Mêrdînê Nalan Ozaydin, ku li Girtîgeha Girtî ya Jinana Tîpa T'yê ya Tarsûsê girtiye, ev 3 roj in bi gumana ku vîrûsa koronayê  tê geriyaye li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê di karantînayê de ye. Ozaydin beriya bi 20 salan ji ber bêhnçikinî û panîka bi dest xwe re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê û piştre jî li Girtîgeha Tarsûsê li koxuşekê bi cih irin. Ozaydin, bi serlêdana parêzerên wê beriya bi 3 rojan ew sewkî  Girtîgeha Tîpa E'yê ya Mêrdînê kirin.

Ozaydin beriya ku bibin girtîgehê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, li vir piştî ku tomografiya wê hate girtin bi gumana ku vîrûsa koronayê tê geriyaye Ozaydin li qata 3'yan a nexweşxaneyê kirin karantînayê.

Hê mîsoger nebûye bê ka vîrûsa koronayê di Ozaydin geriyaye yan na.