Hevşaredara Qoserê Yilmaz hate sîrgûnkirin

Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz ku ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve li cihê wê qeyûm hatibû tayîn kirin, sîrgûnî Girtîgeha Tarsûsê hate kirin.

Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz ku 4’ê Mijdarê qeyûm li cihê wê hatibû tayînkirin û 15’ê Kanûnê hatibû girtin, ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê hate kirin.

Parêzera Yilmaz ji bo hevdîtina bi muwekîla xwe re çû Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdinê, li girtîgehê hata wê ji rewşê çêbû.

Beriya niha jî Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esem û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncû sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê, Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya jî ku berê ji Mêrdinê sewqî Wanê hatibû kirin duh sîrgûnî Tarsûsê hatibû kirin.