Hevşaredara Karazê Nazlier nehate berdan

Ji bo Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier ku peywira wê hatibû dagirkirin biryara “dîl bimîne” hate dayîn.

Derbarê Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier ku peywîra wê hatibû dagirkirin bi îdîaya “endamê rêxistinê” ye doz hatibû vekirin. Yekemîn rûniştina dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Nazlier ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê ye bi rêya SEGBÎS (bi dîmen) beşdarî dozê bû.

Parêzer Resûl Tamûr diyar kir ku heyeta dadgehê ne bê alî ye û daxwaza redî hakim kir. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer red kir.

Dadgehê biryara dîlgirtina Nazlier da û doz taloqî 20’ê Nîsanê kir.