Hevşaredar Zûgûrlî û zarokê wê yê nexweş bi rîngê birin

Hevşaredara Licê Rezan Zûgûrlî ji ber cezayê wê hat erêkirin, di 17'ê Tebaxê de hat girtin û ji Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hate kirin. Derket holê ku zarokê Zûgûrlî yê yek salî, ku nexweş e bi rîngê birine Wanê.

Hevşaredara navçeya Licê ya Amedê Rezan Zûgûrlî di sala 2012'an de bi îdiaya "ne endama rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê sûc kiriye" hat girtin. Piştî ku 13 mehan di girtîgehê de ma, serbest hat berdan, lê piştre 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Zûgûrlî birî. Piştî cezayê wê hat erêkirin, di 17'ê Tebaxê de li Amedê hat girtin.

Zûgûrlî bi kurê xwe yê yek salî ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hate kirin. Hevjînê Zûgûrlî Ûgûr Ataş diyar kir ku bêyî ku agahiyê bidin wan, hevjîna wî sirgûn kirine.

ZAROKÊ WAN JÎ BI RÎNGÊ BIRIN

Ataş destnîşan kir ku zarokê wan ê yek salî jî bi dayika xwe re hatiye sirgûnkirin û wiha got: "Zarokê me Alîşer Robîn nexweş e. Me bi rêk û pêk ji girtîgehê digirt û dibir nexweşxaneyê. Di kezeba wî de pirsgirêk heye. Bêhna wî diçike. Li cihên girtî bêhnê lê bêhtir diçike. Vê yekê jî dizanin, lê tevî vê jî zarokê me bi rîngê birine Wanê."

'BI HINCETA REWŞA AWARTE AGAHÎ NEDANE'

Ataş da zanîn ku piştî sirgûnê, ew ji tenduristiya zarokê xwe bi fikarin û wiha pê de çû: "Di demeke wiha de divê agahî bidana min. Ev bi serê xwe binpêkirina qanûnên Neteweyên Yekbûyî ye jî. Min der bare vê rewşê de li girtîgehê geriya, lê diyar kirin ku ji ber Rewşa agahî nedane."

'SIRGÛN LI DIJÎ QANÛNAN E'

Ataş nerazîbûn nîşanî sirgûna hevjîna xwe jî da û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cezayê hevjîna min ketiye binê 2 salan, li gorî qanûnan divê neyê sirgûnkirin. Ev biryareke kêfî ye. Hevjîna min hevşaredareke hatiye hilbijartin e. Ji ber ku vê yekê qebûl nakin biryareke wiha didin."

Ataş eşkere kir ku dema hevjîna wî li Amedê bûye, wan her hefte hev didît, piştî sirgûnê Wanê kirine, mehê carekê dikare hevjîn û zarokê xwe bibîne.