Hevşaredar destê wê ji paş ve kelepçekirî hate sirgunkirin

Hevserokê HDP’ê Erdîşê Şakîr Asil diyar kir ku Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn bi awayekî bêhiqûq hatiye girtin û destê wê ji paş ve kelepçekirî ji girtîgeha Wanê sewqî girtîgeha Osmaniyeyê hatiye kirin.

Hikumeta AKP’ê di 15’ê Cotmehê de qeyyûm li ser şaredariya Erdîşê wezîfedar kiribû û Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn girtibû. Hevşaredar Çetîn berê xistine girtîgeha Wanê û piştre di 11’ê Kanûnê de jî sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyayê hatiye kirin. Hate diyarkirin ku Çetîn dema hatiye sirgunkirin, destê wê ji paş ve hatiye kelepçekirin û 12 saetan wisa di rîngê de birine.

Hevserokê HDP’ê Erdîşê Şakîr Asil diyar kir ku Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn bi awayekî bêhiqûq hatiye girtin û destê wê ji paş ve kelepçekirî ji girtîgeha Wanê sewqî girtîgeha Osmaniyeyê hatiye kirin. Asil diyar kir ku di hilbijartina 31’ê Adarê de Yildiz Çetîn û Mahmût Pala hatibûn hilbijartin lê qaşo Mahûd Pala KHK’yî ye, mazbataya wî nehatibû dayîn.

Asil got ku “Hevala me Yildiz Çetîn di nava demeke kurt de li Erdîşê gelek karên baş kir. Lê piştî 4 mehan bi hincetên pûç sibehekê ew girtin. Hevşaredara me 8 rojan di nezaretê de ma. Di vê pêvajoya destgîrkirinê de li delîlan geriyan lê tiştek nedîtin.

DESTÊ WÊ JI PAŞ VE KELEPÇEKIRÎ 12 SAETAN BI RÎNGÊ BIRIN

Hevşaredar Çetîn dema ku hatibû destgîrkirin di girtîgeha Wanê de bû. Bêyî ku ji malbat û parêzerên wê re were gotin hate sirgunkirin. Dema sirgunî Osmaniyeyê hatiye kirin jî 12 saetan destê wê ji paş ve hatiye kelepçekirin û wisa sirgun kirine.

Ev zexteke sîstematîk e. Ji ber ku hikumet zextan bi taybetî jinên di nav HDP’ê de dikin. Ev bêtehamulî êdî derveyî hiqûqê ye. Êdî em dizanin ku ev bêtehamulî wê wisa nedome û wê ev pergal were hilweşandin.”