Hevşaredar Çîçek hate girtin

Hevşaredarê Yenîşehîrê yê HDP'î Îbrahîm Çîçek ku hikumeta Tirk piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê dest danî ser wezîfeya wî, hate girtin.

Îbrahîm Çîçek di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de bû Hevşaredarê Yenîşehîr a Amedê, lê belê bi hinceta ku di dema mamostetiya xwe de bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin, mazbata nekarîbû werbigire.

Çîçek ê ku Hevşaredariya wî hate desteserkirin, bi hinceta kus ala 2015'an tevlî meşeke Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) bûye ku endamê wê bû, her wiha bi hinceta ku delegeyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye hate destgîrkirin.

Çîçek ji ber karên xwe yên sendîkayî û delegetiya KCD'ê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin.