Hevrêyê zarokan Apê Dedo

Mehmet Emîn Ozkan ku bi sê zarokan re eynî demê girtî mayî bi nexweşiyên giran e, 28 salên dawî bi girtin û sirgûnê derbas kir.

Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, sala 22'yê 1993'an li navçeya Amedê Licê bi îdîaya ku Fermandarê Herêma Jandarma a Amedê Bahtiyar Aydin kuştiye cezayê miebetê ya girankirî lê hatî birîn, li gel ku derkete holê ku ti têkiliya xwe bi rûdanê re nîne jî ev 25 sal in girtî ye.

Ozkan ku li Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê ye û ''Apê Dedo'' yê hevrêyên xwe ye, bi nexweşiyeke giran e. Ji ber ku nexweşiya wî lê giran kiriye van 2 mehên dawî bi kêmanî 7 caran rakirine nexweşxanê. Dîmenên Apoê Dedo ku bi dorpêça leşkeran destê wî kelepçekiri rakirin nexweşxaxnê li raya giştî bûbû sedema nerazîbûnê. Apê Dedo piştî wan dîmenan dîsa biribûn nexweşxanê û ji bo rapora tendiristiyê sewka wî ji bo nexweşxaneyeke li Xarpêtê hatibû xwestin. Lê bi hinceta ku nexweşxaneya rayedar e li Amedê ye dîsa biriûn nexweşxanê.

Dewleta Tirk kuştina Bahtiyar Aydin kiribû hincet, Lice şewitandibû û gund bi zorê dabûn valakirin. Malbata Dedo jî weke malbatên din zora sirgûnê li wan kiribûn. Malbata Apê Dedo mecbûr mabû ku pêşî sirgûnî Edene û pişre jî sirgûnê Mêrsînê bûbûn, demeke dirêj  li metropolên Tirkiyê hewl dabûn li ser piyan bimînin. Piştî ku diçin Edene bi 2 mehan keça wan Servet berê xwe dide çiyan û navê Bêrîtan li xwe dike.

Piştî ku sirgûnî Edene dibin bi salekê Apê Dedo jî diçe cem zaroyên xwe, li wir salekê dimîne. Piştre derbasî Mêrsînê dibin. 2008'an malbata Apê Dedo ji bo ku nêzî Girtîgeha Amededê bin ku ew lê girtiye diçine welate xwe. Apê Dedo ku li gel malbata xwe heta 1996'an li Mêrsînê jiyayî îlona eynî salê tê girtin û cezayê îdamê lê tê birîn. Piştî ku cezayê îdamê du caran tê xirakirin dadgeha xwecih cezayê Apoê Dedo dike miebbet. Salên 2000'î piştî ku leşkerên bi rûtbe gotin kuştina Bahtiyar Aydin jî di nav de gelek bûyerên li Licê ji hêla hêzên dewleta kûr ve hatine kirin, hate çespandin ku ti têkiliya Apê Dedo bi kuştinê re nîne.

Piştî mikurhatinên leşkerên bi rûbet sala 2014'an dosyaya Apê Dedo tê xirakirin, dîsa dest pê kirin. 7 salan doz dewam kir lê ti encam jê nehate derxistin.  Dadgeha Tirk dosyaya Apê Dedo bi doza şewitandina Licê ve girêdide û nahêle ku Dedo were berdan. 

Nevzat Ozkan ku demekê bi bavê xwe re  girtî dimîne li ser bernedana bavê xwe got, ''Dewlet ji bo ku bi fermî kuştina Bahtiyar Aydin negire ser xwe naxwaze bavê min berde.''

Dewleta Tirk paşnavê Ozan kiriye reşê xwe, ji eynî malbatê û eynî demê 4 kes girtine. Hê jî Apê Dedo û kurekî wî li eynî girtîgehê girtî ne. Kurekî dî jî bi kelepçeya elektronîk li girtîgeha malê e. Nevzat dibêje, ''Em sê bira jî weke peyrevê bavê xwe hatin grtin.''

Apê Dedo nexweş e, nexasim van 4-5 salên dawî nexweşiyên wî lê cor kirine, çend caran krîzê li dil daye û anjiyo bûye. Bi dehan nexweşiyên wî yên kronîk hene lê Apê Dedo li gel vê jî li ber xwe dide. Nevzt dibêje, ''Hê dema ku em kiçik bûn salên pêşî ku hatî girtin û niha jî hêvîdar e. Hêvî û baaweriya xwe ji têkoşîna gelê Kurd ji wê ku rojekê wê derkeve qet nebiriye.''