‘Mêtinger dixwazin hevkariya Kurdan bi fesadiyê têk bibe'

Xebatên Îtifaqa Kurdistanê: Hevkarî û alîkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Rêveberiya Xweser a Demokratîk de ya li dijî hêzan pêş dikeve, mêtinger dixwazin bi fitne û fesadê têk bibe.

Xebatên Îtifaqa Kurdistan, têkildarî ambargoya ku 9 meh in li ser Kampa Penabaran a Mexmûr û êrîşa li Zînî Wertê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Xebata Kurdistanê wiha ye:

"Banga me; ji Gelê me re, Partiyan, Tevgeran, Hilberîneran, Jinan, Ciwanan, Rûspiyan, Seydayan, Rewşenbîr û Hunermendan re ye. Dem dema bicihanîna fermana Ehmedê Xanî, Qazî Mihemed û Seydayê Cîgerxwînan a bi rûhê Yekîtiya Netewî, biçûk kirina cûdahiyan û mezinkirina hevpariyan e! Roj roja, li hemberî metîngerên êrîşên xwe pêk tînin, nifaqê dixe navbera me û cûdahîyên me bi lêkirina benzînê gur dike, pêkanîna Yekîtiya Netewî ye!

Em ji hilbijartina 31'ê Adarê 2019'an û vir ve ji bo Tifaqa xwe ya Netewî li gelek qadan berfireh bikin, di vê pêvajoyê de mayînde bikin, xwedî derketina nirxên Neteweya Kurd mezin bikin, ji bo em bigihêjin gelê xwe û partiyên siyasî bênavber dixebitin. Gihiştina vê armanca me bi awayekî mafdarî demê dirêj dike.

Ji ber rewşa geşedanên li Başûr em nerehet in. Li hemberî geşedanên tê jiyîn û ji ber vîrusa koronayê têkilî û xwe gihandin qut bûne, tiştên ku em dibihîzin tenê ji agahiyên li ser medya civakî ne. Em ji bo xeletiyan nekin girîngiyê nadin van gote gotan û heta mijar ronî bibe em têkildarî vê mijarê bêdeng man. Ji ber vîrusa koronayê gelên cîhanê, civak bi pirsgirêkên gelek mezin re rû bi rû ma ne. Ji ber gelek sedeman em Kurd jî di pêvajoyek gelek giran re derbas dibin.

Tê gotin ku "Wê tu tişt wekî berê ango beriya Kanûna 2019'an" nebe! Vê yekî ne tenê kesên entellektuel ji bo pêşerojê dibêjin. Her wiha muhafazakar, komînîst, lîberal, Neteweperest, siyasetvanên sosyal-demokrat, hunermend, mirovên zanist hemû kes vê yekî dibêje! Her wiha ji niha de em vê yekî dibînin û dijîn;

Krîza aborî ya bi bapêşa Covîd-19 re giran dibe û mirov nezanî li ku û çawa raweste, rê li ber bêkarî, xizaniyê, birçîbûnê veke û bi vê girêdayî wê tiştên nû bi xwe re biafîrîn û hilberîn e. Geşedanên mîna pêvajoya krîza aborî ya di 1929'an de hat jiyîn û vê yekî li welatan rê li ber hêrsa girse û aloziya di navbera welatan de vekir tê jiyîn. Di vê pêvajoyê de li Rojhilatê Derya Spî bi tevlîbûna keştiyên DYA-Rûsyayê de av germ dibe. Dîsa krîza balafirên DYA-Rûs ên ajantiyê di rojevê de ye. Li Idlibê Sûriye êrîşî cîhadîstan dike, di heman demê Îsraîl jî êrîşî Sûrîye yê dike.!

Ligel van geşedan di serî de li Herêma Kurdistanê û li Xweseriya Rojava li dijî gelê me gef û êrîş zêde dibin.

Dîsa li Kerkûk û bajarên Kurdistanê êrîşên DAÎŞ'ê zêde dibin. Guhertina demografiya li Efrînê bi zordariya çekan berdewam dike. Li gel gefa kurevî ya Covîd-19'an wekî mînaka 'Av razê dijmin ranazê' êrîşên metîngeran li hemberî perçeyên Kurdistanê ji bejahî û hewayî di çerçoveya hin planan de bênavber didome! Metînger bi fitne û fesadiyê hewldidin hevkarî û piştevaniya di navbera Hikûmeta Federal a Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakûr-Rojhilatê Sûriyê de pêk tê xira bike.

Ev geşedan nîşanî me dide ku, gelê me û siyaseta me ligel firsendan bi gelek talûkeyan re jî rû bi rû ye!

Di vê pêvajoya girîng de Banga me:

*Divê di serî de em li deskeftiyên gelê xwe yên li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakûr-Rojhilatê Sûriye xwedî derkevin û hêza xwe ji bo Tifaqa Netewî ya ku em wê pêk bînin mezin bikin. Bi hemû firsend û amûran divê em nêzîkbûn û hevparkirina Rêveberiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêş bixin; Divê em bi hewldan û pêşniyarên xwe yên adil û Neteweya Demokratîk teşwîk bikin.

*Divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Rêveberiya Rojava û Partiyên me yên siyasî li hemberî îxtîmala pevçûn, û aloziyên di navbera hêzên herêmî û kurevî de pêk bên xwedî helwest û bi awayekî hûr binî li detayan hikûm bikin.

*Divê em pirsgirêkên xwe yên di navbera Partî û Rêxistinan de; bi zanistiya Neteweya Kurd ku em wê gav bi gav aşitiya xwe ya navxweyî û çanda demokratîk pêk bînin mezin bikin û çareseriyê pêk bînin. Divê teqez em pirsgirêkên xwe yên navxweyî beriya her tiştî bi destgirtinê, di bingeha nirxên Netewaya Demokratîk de çareseriyê hedef bigirin.

*Tiştên ku heta îro li Kurdan hatine kirin û bi tevgera pirsgirêkên ku em ê di pêvajoya pêşdê bên rûqalî hev; Ji ber ku gelê me wiha dixwaze; Em neçarê Tifaqa Neteweyî ne!

Bi pêkanîna Tifaqa Netewî wê gelê me qezenc bike, Welatê me wê azad bibe û em wê bi serkevin:"