Hevjîna Yildirim nerazîbûn nîşanî waliyê Tirk da

Li gundê Mişrif ê girêdayî Liceyê leşkeran bavê 13 zarokan Celal Yildirim birîndar kiribû. Hevjîna Yildirim Munevver Yildirim nerazîbûn nîşanî Walîtiya Amedê da ku ji hevserê wê re  “terorîst”  gotibû.

Di 3’yê Îlonê de leşkeran avêtin ser  gundê Mişrif ê navçeya Licê ya Amedê. Di dema avêtina ser gund de, 1 jê giran 3 kes birîndar kirin û kesek jî kuştin. Yek ji van kesên bi giranî birîndar bû jî bavê 13 zarokan Celal Yildirimê 58 salî ye. Hevjîna Yildirim Munevver Yildirim, nerazîbûn nîşanî Walîtiya Amedê da ku hevserê wê bi “terorîst”î  bi nav kiribû. Yildirim  derbarê daxuyaniya walîtiyê de ev tişt gotin: “Belê di derbarê hevserê min de biryara girtinê heye. Lê belê ji bilî vê, daxuyaniya walîtiyê hemû derew e. Li ser hevserê min bombeya destan nehatiye dîtin, derew e. Motora ku li ser bû gulebaran kirin. Me qîr da leşkeran û me got ew sivîl e. Heke me wisa negotina wê hevserê min û kurê min tev de bikuştina. Dema me xwest em biçin cem hevserê min leşkeran ji me re gotim ‘hûn terorîst in’ û li me reşandin. Ya ku li me hat kirin zilm e, zordarî ye. Hevserê min ji dilê xwe nerihet e û tansiyona wî heye. Ez li wî dinerim. Mirovekî 58 salî, bavê zarokan, xwedî erd û motor wê çawa terorîst be. Di derbarê hevserê min de doz nehatiye vekirin, lê wî bi lezgînî ew kirine ‘terorîst” 

NAHÊLIN YILDIRIM BIBÎNIN

Celal Yildirim ku ji ber guleyên leşkeran bi giranî ji lingê xwe birîndar bû, niha li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tê dermankirin.Yildirim ji beşa lezgîn hat derxistin û her diçe rewşa wî baştir dibe. Li ber deriyê odeya ku Yildirim lê dimîne leşker û polîs nobedê digirin û ji bilî bişîşk û hemşîreyan nahêlin tu kes hevdîtinê pêre çê bike. 

Her wiha hat îdîakirin ku leşker û polîs xwe ji rêveberiya nexweşxaneyê aciz dikin ku Yildirim taburcû bikin. Diyar bû ku dema Yildirim birîndar bû leşkeran bi saetan êşkence li Yildirim kiriye û ji ber vê laşê wî şîn û reş bûye. 

SERÎN Û YILDIRIM DI BIN ÇAVAN DE NE 

Di bûyerê de Munîr Serîn  ê ku ji lingê xwe birîndar bibû. Dema birîndar bû piştî 4 saetan şûnde bi ambûlansê ew rakirin nexweşxaneyê. Lê belê ji dêvla ku li nexweşxaneyê bê dermankirin di heman rojê de ew birin Fermandariya Jendermeyan a Amedê. Nayê zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Serîn çawa ye û wê wî kengî sewqî edliyeyê bikin. Her wiha Bedrî Yildirim ku tevî bavê xwe hatibû binçavkirin jî, li Fermandariya Jendermeyan a Liceyê tê ragirtin.