Hevdîtinên heyeta HDP’ê ya li Başûr didome

Hevdîtinên heyeta HDP’ê ya li Başurê Kurdistanê didome. Heyeta HDP’ê li Hewlêrê bi Komeleya Îslamiya Kurdistan re civiya.

Heyeta HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Dîlek Ocalan, Bedran Ozturk û endama Endama Lijneya Rêvebir a HDP’ê Dîlek Boga pêk tê, ji aliyê Serokê Giştî yê Komeleya Îslamiya Kurdistan Elî Bapîr û berpirsên partiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê endamê Meclîsa Komeleya Îslamiya Kurdistan Ebdûlstar Mecîd axivî û wiha got; “Mijara sereke ya civîna me pêkhatina Kongreya Netewî bû. Me ragihand ku ji bo kongreyê em ji bo hemû xebatan amade ne.”

Ebdûlstar Mecîd di dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Me ji heyeta HDP’ê re got ku divê demek herî zû alî bên gel hev û ji bo kongreya netewî xebatên pêwîst bikin. Ev jî ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd girîng e.”