Hevdîtinên heyeta HDP’ê didome

Heyeta HDP’ê ya ku ji bo hin hevdîtinan hatibû Başûrê Kurdistanê, hevdîtinên xwe didomîne.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Îmam Taşçier û Berdan Ozturk jî nav de heyeta HDP’ê piştî hevdîtina bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, KNK û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, çû serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Têkildarî hevdîtinê parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr diyar kir ku pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye û got, “Ji bo ku gelê Kurd karibe yekîtiya xwe pêk bîne, em ê li Başûrê Kurdistanê hin hevdîtinan pêk bînin.”

Baydemîr axaftina xwe wisa domand: “Mijara sereke ya hevdîtinên me Efrîn û Kerkûk bû. Îroj herî zêde Kurd pêdiviya wan bi yekîtiya neteweyî heye. Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî em ê li Başûrê Kurdistanê gelek hevdîtinan pêk bînin.”