Hevdîtinên HDP’ê yên li Hewlêrê didomin

Şandeya HDP’ê ev roja duyan e ku li Hewlêrê hevdîtinên xwe didomîne. Îro şandeya HDP’ê pêşî serdana Partiya Komunîst Kurdistanê (Hîzbî Şuî) kir.

Şandya HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û wekîlên HDP’ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Îmam Taşçier û Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zeynep Boga pêk tê, serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê kirin. Sekreterê Giştî yê Partiyê Kawa Mahmût pêşwazî li şandeyê kir.

Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin û Hevseroka HDP’ê Buldan diyar kir ku ew hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê didomînin, wê 3 rojan bidomin û got, ‘’Çavdêriyên me yên li ser hevdîtinê erênî ne. Divê yekîtiya navxwe ya Kurd demildest pêk were û kongra netewî bicive. Di hevdtînên me de hate gotin ji bo yekîtiya Kurd ‘em pir dereng mane’. Tê nişandan ku ji bo Kurdan yekîtî çendî girîng e.’’

BANGA YEKÎTIYÊ

Buldan diyar kir ku di vê pêvajoyê de zilm û zordarî, komkujiya li ser Kurdan didome û ji bo vê jî dive demildest Kurd yekîtiya xwe pêk bînin, bal kişande ser polîtîkayên şer ku bi Kerkûkê dest pê kirî, bi Efrînê berdewam kirî û pêşbiniya wê tê kirin berdewamiya wê jî hebe û xwest ku dawî li van polîtîkayên şer were. Buldan got, ‘’Me HDP’ê her demê aştî û azadî parast. Ji niha û pê de jî xebatên me wê ji bo aştî û azadiyê bin. Kurd li dijî şer, zext û zordariyan ku tê xwestin bi van dawî li destkeftiyên wan were divê bibin yek. Di vê pêvajoyê de yekîtî ji bo Kurdan pir girîng e.’

Buldan bi domdarî got, ‘em behsa hevalbendiyê dikin, ev hevalbendî ji bo siberoj, azadiya Kurdan hevalbendiyeke girîng e. Wê siberoja Kurdan, sedsala Kurdan diyar bike.’’

Buldan diyar kir, di hevdîtina bi partiya Komunîst re jî wan bal kişandiye ser yekîtiye, xwestine ku ev diyalog berdewam be û diyar kir ku ev hevdîtinê wan, li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur bi çarçoweya xebatên yekîtiya netewî wê bidomin.

REXNE HEBIN JÎ DIVÊ DIYALOG DOMDAR BIN

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk jî got divê li çar parçeyên Kurdistanê divê ev diyalog werin geşkirin û rexneyên wan hebin jî divê diyalog bidomin.

Ozturk her wiha diyar kir ku divê ew serdana partiyên Başûr, Rojava û Rojhilat jî bikin, ‘’Ev peywir û berpirsyariya me ye. Em ê heta dawiyê van xebatan bidomînin.’’

Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistaê Kawa Mahmût jî got şertên Bakur pir dijwar in û got, ‘’Dewleta Tirk bi hezaran HDP’yî avêtin girtîgehan. Divê em partiyên Kurd destekê bidine wan. Em partiyên Kurd ji bo yekîtiya netewî divê em torekê çêbikin. Gav têne avêtin lê divê em zêdetir biaxivin û çareseriyê bînin. Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat yek e. Em Kurd li ser vê bingehê divê em bibin yek.’

Şandeya HDP’ê îro wê serdana partiya Yekgirtû, Zahmetkêşan û Komeleyê jî bike û sibe jî li Silêmanî bi YNK û tevgera Goran re rûne.