'Hevdîtina bi parêzeran re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê'

Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan diyar kir, hevdîtina bi parêzeran re nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye û got, "Hevdîtina piştî 8 salan kêm jî be bêhn aniye ber raya giştî, lê nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye."

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, hevdîtina 2'ê Gulanê ya parêzeran a bi Ocalan re ji ajansa me re nirxand.

Arslan diyar kir, ji bo wan tiştekî hêja û watedar e ku piştî 8 salan û grevên birçîbûnê yên 6 mehan hevdîtin bi Ocalan re hatiye kirin û got, "Ji bo gelê Kurd ev yek eşkere ye. Ji 5'ê Nîsana 2015'an ve tecrîdeke giran heye. Me gelek caran anîn ziman. Di şexsê Birêz Ocalan de gelên Tirkiyeyê bi taybetî jî gelê Kurd tecrîdkirî ye. Hevdîtina ku piştî 8 salan hate kirin kêm jî be bêhn anî ber raya giştî û gelên Tirkiyeyê, lê nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye."

'HEVDÎTIN NE XÊREKE WAN E'

Arslan destnîşan kir, sedema pêkhatina hevdîtinê bi hilbijartinên 31'ê Adarê û hilbijartinên Stenbolê re nîne, hevdîtin bi saya berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hatiye û got, "Ev yek tenê hevdîtinek bû û nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Piştî 2'ê Gulanê parêzer û malbata Ocalan daxwaza hevdîtinê kirin, lê bersiveke erênî ji wan re nehate dayin. Tevî her tiştî jî tiştekî hêja ye ku piştî 8 salan parêzeran hevdîtin bi muwekîlê xwe re kirin. Bi vê hevdîtinê re qanûn bi cih hatiye anîn. Rewşeke taybet a ku ji bo Birêz Ocalan hatiye kirin nîne. Li şûna nêzîkatiyên 'gelo bazarî ya jî lihevkirin hate kirin', divê ev yek tenê weke hevdîtineke parêzeran bê dîtin."

'OCALAN QALA AŞTIYEKE BI RÛMET DIKE'

Arslan bal kişand ser naveroka peyama ji Îmraliyê û got, "Birêz Ocalan bi rastî jî krîza civakî û siyasî ya li Tirkiyeyê hinekî rehet kir. Ji 7'ê Hezîranê ve rewşeke aloz heye û berdêla vê pêvajoyê giran bû. Birêz Ocalan di vê metna xwe de peyamê dide siyasetê û mûxatabên siyasî. Dibêje; Tirkiye çiqasî ji krîz û kaosê bê derxistin jî, çareseriya pirsgirêkan demokrasî û lihevkirin e.

Heta ku demokrasî nebe referansa me ya hevpar, şer û alozî wê bidome. Birêz Ocalan bi rastî jî alternatîfeke aştiya bi rûmet derdixîne pêş û hesasiyetên Tirkiyeyê dibîne. Lewma Birêz Ocalan aktorekî girîng e û divê dewlet bi rengekî cidî nêzîk bibe. Divê sûdê ji vê perspektîfa çareseriyê ya Birêz Ocalan werbigire."

Arslan anî ziman, Ocalan ew kes e ku li Tirkiyeyê aştiyê pêk bîne û got, "Ji sala 2013'an û vir ve ti ji otorîteya siyasî û hêza siyasî berpirsyariya xwe bi cih neanî. Zimanê şer derket pêş. Lê Birêz Ocalan tevî her tiştî jî perspektîfa çareseriyeke siyasî pêşkêş dike. Balê dikişîne ser Newroza 2013'an. Nêzîkatiya Birêz Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî, stratejîk e, taktîkî nîne. Dewlet jî divê li pêşberî vê helwesta xwedî pîvan, pêşî li Birêz Ocalan veke."