Hevalê wî yê li girtîgehê qala Zulkuf Gezen kir

Çiyager Dervîş ku bi salan bi girtiyê PKK'î Zulkuf Gezen re li heman girtîgehê ma, qala bîranînên xwe yên bi Gezen re kir.

Girtiyê PKK'î Zulkuf Gezen 17'ê Adarê li Girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kiribû û şehîd bûbû. Çiyager Dervîş anî ziman ku ew Gezen ji Sûrê nas dike û bi salan li heman girtîgehê mane.

Dervîş anî ziman, Zulkuf Gezen li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî ciwanên li Amedê bi taybetî polîtîkayên têkbirina ciwanên Sûrê, ciwan bi rêxistin kir.

Dervîş qala jiyan û sekna Gezen a li girtîgehê kir û diyar kir, du salan li heman blokê, şeş salan jî li heman zindanê pê re maye.

Dervîş da xuyakirin, Gezen bi çanda Sûrê mezin bû û li dijî hêzên çekdar ên dewleta Tirk û kontrayên wan ên hewl didana li Sûrê bi cih bibin çalakiyeke di cih de kir û bi vî rengî nehişt ku çete li Sûrê bi cih bibin.

Dervîş ragihand, Zulkuf Gezen ji ber mikurhatina îtirafkarekî dîl hate girtin û li dijî her şêwe lêpirsîn û êşkenceyê sekneke xurt nîşan da û got, "Bi helwesta 'hûn dagirker in, dadgehên we yên derewîn nikarin min dadgeh bikin' helwest li dijî dijmin nîşan da. Dadgha ceza ya giran a wê demê nekarî xwe li vê sekna milîtanî û Apoyî rabigire û du caran cezayê heta bi hetayê, bi dehan sal jî cezayê girtîgehê li hevrê Zulkuf birî. Hevalê Zulkuf dema ev bihîst ji kêfa dirûşma 'Bijî Serok Apo' qîriya."

Dervîş behsa bîranînên xwe yên li girtîgehê kir û got, "Hevrê Zulkuf li zindanê timî digot, 'Zindan li dijî xwezaya mirovan, bi taybetî jî li dijî xwezaya ciwanan e. Divê mirov hînî van deveran nebin. Divê mirov rêyekê bibînin û van deveran bi serê dijmin ve birûxînin. Ez ê vê bikim, di vê mijarê de bi biryar im'... Zindan ti carî qebûl nekir û timî hewl dida ku azad bibe."

Dervîş destnîşan kir ku Gezen azad bûye û divê ew xwedî li bîranîna wî derkevin.