‘Heta ku tecrîd neyê şkandin çalakî’

Welatiyên Mêrdînê yên ku bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re di greva birçîbûnê de ne gotin ku heta tecrîd neyê şkandin, tendurîstî û ewlehiya Ocalan neyê zanîn wê çalakiyên xwe bidomînin.

Li Stenbol, Mêrdîn, Êlih, Edene, Antalya û Îzmîr jî di nav de li gelek bajaran çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Grevên birçîbûnê yên ji bo şkandina tecrîdê yên  bi pêşengtiya HDP û DBP’ê  hatîn destpêkirin komên nû dewr digrin. Welatiyên Mêrdînê yên ku bi rojane di greva birçîbûnê de ne ji ANF’ê re axivîn.

Perîhan Agaoglû: Nasnameya Birêz Ocalan, felsefe û herêma bi bandor meseleya Kurd derbas kiriye. Tecrîd jî li ser şexsê Ocalan, di destpêkê de li ser gelê Kurd û hemû netewên din tê kirin. Di heman demê de ev rewş bandorê li jiyana me hemûyan dike.  Em jinên Kurd dizanin ku pêwîst e têbikoşin û ji bo vê jî em bedelan didin. Em ê li dijî faşîzmê bisekinin û çalakiyên xwe bidomînin. Divê helên ku azadî û demokrasiyê dixwazin piştgiriyê bidin çalakiyan.

Vasfî Çalişkan: Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtina bi parêzer û malbata Ocalan re ez beşdarî greva birçîbûnê bûm. Temenê min 51 sal e û em ji tenduristiya Birêz Ocalan bi fikar in. Ev çalakiya em dikin, çalakiyeke bi nirxe. Ez bang li her kesî dikim ku xeleka têkoşînê berfirehtir bikin. Bi şikandina tecrîdê re wê hemû gel hilmekê bistîne, em dizanin ku wê hêviyên demokrasî û aşitiyê ji nû ve werin avakirin.

Sureyya Demîrtaş: Ev nêzî 2 salan e  ku destûr nayê dayîn malbat û parêzer hevdîtinê pêk bînin. Em ê heta dawiya dilopa xwîna xwe li pişt Rêbertiya xwe bin û bêhtir pê ve bin. Bi vê dilsoziya xwe hemû zext û sepandinên li ser gelê me û girtiyan tê kirin em qebûl nakin. Ez dayika ku temenê xwe 55 sal e ku ji ti tiştî natirsim û li pişt vê doza xwe ya mafdar in. Divê hemû gelê me bi vê baweriyê têbikoşin.

Hidir Çakar:  Tirkiye bi vê tecrîdê re qanûnên xwe binpê kiriye. Her çiqas li gorî xwe vê rewa dibînin jî ez vêya dijî exlaqê dibînim. Em dixwazin ku rêya diyalogê bi Rêbertiya me re were vekirin. Êdî hemû gelên Rojhilata Navîn ji Rêber Apo bawer dikin. Ger ku tecrîda li ser Rêbertiya me were şkandin, wê hêviyên aşitiyê ji bo hemû mirovatiyê were çêkirin. Ji bo mirovatiyê jî ev weke pêdiviyekê ye. Êdî ji tiştekî em netirsin û ji bo bihêzkirina hêviyên xwe û dengê xwe hê bêhtir zêde derbixînin.”