'Heta ku tecrîd dewam bike wê pirsgirêk jî dewam bike'

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Kûday got, eger li Tirkiyeyê wê qala aştî, demokrasî û biratiyê bê kirin divê destpêkê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û destnîşan kir, heta ku tecrîd dewam bike wê pirsgirêk jî dewam bike.

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salîh Kûday diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çavkaniya neçareserî, şer, pirsgirêkên aborî, civakî û psîkolojîk e.

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salîh Kûday ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku Ocalan 23 sal in tecrîdkirî ye, lê belê ji sala 2011'an û vir têkiliya wî ya bi parêzeran re bi temamî hatiye qutkirin.

Kûday got, "Naxwazin ku fikrên Birêz Ocalan bigihêje gelên Rojhilata Navîn. Divê tecrîd weke hinceteke şer jî bê qebûlkirin. Dema ku tecrîda li ser Birêz Ocalan tê şidandin hingî li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn jî şer giran dibe. Ji ber vê yekê em dixwazin şert û mercên Birêz Ocalan di nav de ne bêne sererastkirin."

'KURÊ MIN Û DU BIRAZIYÊN MIN JIYANA XWE JI DEST DAN'

Kûday anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bandorê li Kurdan dike û got, "Mînak; dema ku tecrîd hate şidandin kurê min û du biraziyên min jiyana xwe ji dest dan. Malbata min dibêje, eger tecrîd nebûya dibe ku her sê ciwanên me niha li nava me bûna. Birêz Ocalan digot ku eger şert û merc bên afirandin dikare di nava hefteyekê de vî şerî biqedîne. Ev gotin gotineke ji rêzê nîne. Li Kurdistanê û Tirkiyeyê malbatek nîne ku parçeyekî xwe nedaye vî şerî. Ji ber vê yekê divê guh bidin vê gotina Abdullah Ocalan û pêwîstiyên wê bi cih bêne anîn."

'BINGEHA GELEK PIRSGIRÊKAN TECRÎD E'

Kûday ragihand ku di nava şert de ne tenê can ji dest didin, her wiha gelek pirsgirêkên cuda jî rû didin û got, "Dewamkirina tecrîd û şer, ji aliyê aborî ve bandoreke neyînî li welêt dike. Ji aliyê psîkolojîk û civakî ve jî di têkiliyan de bandoreke xwe ya neyînî heye. Eger îro nijadperestî gihîştiye asteke bilind û dibe sedema komkujiyan, di bingeha vê yekê de ferzkirina tecrîd û şer heye. Nêzîkatiya bi rengê hiqûqa dijmin jî pêwendiya xwe bi tecrîdê heye. Ji ber vê yekê divê tecrîd êdî ji aliyê hemû beşan ve bê nîqaşkirin û çareserkirin. Divê hiqûqa dijmin bê terikandin."

'ÎMRALI LABORATÛWAREKE'

Kûday diyar kir ku Girava Îmraliyê ji bo dewleta Tirk laboratûwareke û tecrîd li vê derê tê afirandin, li tevahiya welêt tê belavkirin û got, "Li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê polîtîkaya tecrîdê tê meşandin. Zextên li ser partiya me pêkanîna tecrîdê ye. Tecrîd li ser hemû aştîxwazên li Tirkiyeyê tê ferzkirin. Di bingeha îzolekirina HDP'ê de bandora polîtîkayên tecrîdê heye. Jİ ber vê yekê eger wê li Tirkiyeyê qala aştî, demokrasî û biratiyê bê kirin, divê beriya her tiştî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin."