Heta ku tecrîd bi dawî nebin wê dernekevin telefonê

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Rihayê, ragihandin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rû bi rû bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk neîne, wê dernekevin hevdîtina bi rêya telefonê.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyên PKK û PAJK'î di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye bê rakirin û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne bi dawî bibin, dan destpêkirin di roja 121’emîn de berdewam dike. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê dimînin, bi biryara derneketina hevdîtina telefonê dest bi çalakiyeke nû kirin.

Girtiyan, qûtkirina hevdîtina telefonê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi birayê wî Mehmet Ocalan re, bi derneketina hevdîtina telefonê şermezar kirin. Vê hefteyê ji her kawişê tenê 2 girtî li malbatên xwe geriyan. Van girtiyan jî bi malbatên xwe re ragihandin ku heta Rêberê PKK’ê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtina rûbirû neke wê ji niha şunde dernekevin hevdîtina telefonê û telefon girtin.

Hayam Bûlût, diyar kir ku birayê wî Serhat Bûlût ê girtî di hevdîtina telefonê de wiha gotiye; ‘Ez ê pir kurt biaxivim. Em qûtkirina hevdîtina telefonê ya bi Rêberê re şermezar dikin. Em jî wê dernekevin hevdîtina telefonê’ û telefon girtî ye.

Hate hînbûn ku Mehmet Bînîcî yê di heman girtîgehê de dimîne jî, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re ev tişt gotine: “Heke hefteya pêşiya me bi Rêbertiyê re hevdîtina rûbirû pêk neyê, ji niha û şûnde em ê dernakevin hevdîtina telefonê.”