'Heta girtî neyên berdan em ji qadan naçin'

Malbatên girtiyan ên li Amedê li Nobeda Edaletê dewam dikin, gotin: "Heta girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî neyên berdan em ê li qadan bin."

Roja 241’emîn a Nobeda Edaletê ye ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên xwe yên nexweş û înfaza wan şewitandî dest pê kirine. Nobet vê carê li ber li ber Edliyeya Amedê bû. 

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Yekîtî û Çandê ya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Huqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Federasyona Komeleyên Huqûq û Piştevaniyê yên Malbatên Girtî û Hukumxwariyan a Med (MED-TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hukumxwarî (TÛAY-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û endam û rêvebirên Komeleya 78’yiyan a Amedê piştgiriya malbatên di nobedê de kir. 

Xizmek ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî, wiha axivî: ‘’Partiyên siyasî tev behsa azadî û demokrasiyê dikin. Lê heta bi niha ji xeynê zilmê, tu tişt ji bo me malbatên girtiyan nehatiye kirin. Ger ku wê partiyên siyasî tiştekî bikin, hema bila îro bikin. Çimkî mezinbûyîna vê pirsgirêkê, sûcê partiyên siyasî ye jî. Şirîkê vî sûcî ne. Em cardin dibêjin, heta girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî neyên berdan em ê li qadan bin."