Heta 5 salan ceza ji rojnamevan Orûç re xwestin

Rojnamevan Azîz Orûç ji ber parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî heta 5 salan cezayê girtîgehê jê re hate xwestin.

Ji ber parvekirinên wî yên di sala 2017’an de doz li rojnamevan Azîz Orûç hatibû vekirin. Sûcdariya li ser Orûç ev e ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’.

Orûç bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tevlî rûniştina 9’emîn a li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê bû.

Orûç got ku “Parvekirinên li ser twîtterê nûçe ne. Heke li parvekirinan were nihêrîn wê were dîtin ku di salên 2014-2015’an de nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ye. Min ev nûçe çêkirine. Ev parvekirin ji bo agahdarkirinê ne, armanceke propagandayê tune. Ez rojnameger im. Gelo parvekirinên di sala 2013-2014’an de ne sûc e, çima a niha dibe sûc? Parvekirinên min ne propaganda ye.”

Di mutaaleyê de îddîaya ‘propagandaya rêxistinê’ hate domandin û ji 10 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê ji Orûç re hate xwestin.

Parêzerê wî ji bo parastineke berfireh dem xwest. Heyeta dadgehê ji bo amadekirina parastinê rûniştin taloqî 3’ê Adarê kir.