Heşdî Şebî berê xwe da başûr

Hêzên Heşdî Şebî ku gihaşte ser sînorê Rojava-Bakurê Sûriyê, 3 gundên li ser sînor bi dest xistin û berê xwe da başûr.

Hêzên Heşdî Şebî ku ji rojavayê Mûsilê ve ber bi başûrê Şengalê ve operasyonê dike û gihaştî ser sînorê Rojava-Bakurê Suriyê, hewl dide ji ser xeta sînor bi başûr ve biçe.

Heşdî Şebî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir wan 3 gundên ser sînor li çeteyên DAIŞ’ê standin. Di daxuyaniyê de hate gotin gundên Til Sifûq, Çayir Xilfas û Cayê yên li ser sînorê Beacê ji DAIŞ’ê standin. Hate gotin di şer de 15 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Hêzên Heşdî Şebî ji heftiya pêşî ya Gulanê ve berê xwe da gundên li başûrê Şengalê, 18’ê Gulanê berê xwe da bajaroka Qeyrewanê û 23’yê mehê bajarok bi dest xist. Piştre Heşdî Şebî gundê Koço jî bi dest xistibû û 29’ê Gulanê gihabû ser sînorê Rojava-Bakurê Sûriyê.