Hesab wê ji dagirker û nokeran bê pirsîn

Gerîlayên ku li dijî hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê têdikoşin, dan xuyakirin ku wê teqez hesab ji dagirkeran û nokeran bipirsin.

Li dijî artêşa Tirk a ku li herêma Xakurkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyyaê dest bi operasyona dagirkeriyê kiriye, çalakî dewam dikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser vê mijarê ji ANF'ê re axivîn.

Ji gerîlayên HPG'ê Şevger Başkale diyar kir ku wan li Zagrosan derbên giran li artêşa Tirk xistine û anî ziman, artêşa Tirk bi nokeran re li hev kiriye û dixwaze dagirkeriya xwe li Zagrosan belav bike. Başkale got, "Dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê wê bibe dawiya hêzên noker ên li herêmê." Başkale xwest her kes bi vê zanibe: "Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi berxwedana xwe ya leheng wê heta dawiyê li dijî hêzên faşîst ên dagirker têbikoşin."

'DAGIRKER JÎ, NOKER JÎ WÊ HESAB BIDIN'

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Amed destnîşan kir ku artêşa Tirk li pêşberî gerîlayên Kurdistanê derba herî giran a dîrokê xwariye û da zanîn ku bi hêrsa ji vê yekê dixwaze dagirkeriya li Başûr berfireh bike. Amed bi bîr xist ku hêzên Başûrî dengê xwe li vê nake û ev bêdengî hevkariya wan nîşan dide. Amed got, "Em ê teqez hesab ji hêzên dagiker û nokeran bipirsin. Têkoşîna me ya li dijî van hewldanên dagirkeriyê wê di asta herî bilind de bidome."

'EM Ê XWE JI DAYINA BERDÊLAN VENEGERIN'

Gerîlayê HPG'ê Mahîr Zaza da xuyakirin ku li gel dagirkerî, komkujî, mêtingerî û xiyanetê, dîroka Kurdistanê dîrokeke ji berxwedaneke bênavber e û got, bi saya vê xeta berxwedanê Kurdistan bi xurtî ber bi azadiyê ve diçe. Mahîr Zaza diyar kir, hêzên dagirker ên ku haya wan ji vê rastiyê hene, bi bikaranîna nokeran re dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin û got, "Ji bo paratsina gel û welatê xwe, berdêl çi dibe bila bibe têkoşîna me wê bidome. Ji bo vê em ê xwe ji dayina ti berdêlî venegerin."