Hêro Bahadîn li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnamegera şehîd Hêro Bahadîn li ser gora xwe ya li Goristana Qeretoxanê ya bajarê Silêmaniyê hat bibîranîn.
Rojnamegera şehîd Hêro Bahadîn li ser gora xwe ya li Goristana Qeretoxanê ya bajarê Silêmaniyê hat bibîranîn.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê êrîşeke hewayî pêk anî û wesayîta xebatkarên çapemeniya azad kir hedef. Di êrîşê de 2 rojnamevanên jin ên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Îro bi boneya bibîranîna şehîda rojnameger Hêro Bahadîn, komek heval û hogirên wê li ser gora wê civiyan.
Di bibîranînê de, li ser navê produksiyona Chatrê Hawjîn Şiwane axivî û piştî xêrhatina beşdaran wiha got: “Wek hevalên Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, em soza xwe dubare dikin ji bo têkoşîna xwe ya di rêya azadiya civakê û azadiya jinan de û ji bo vê armancê jî em ê li ser rêya van şehîdan xebatên xwe bidomînin.”
Li ser navê Komîteya Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê, Kara Mihemed êrîş şermezar kir û got: “Ev êrîş encama peymanên di navbera Enqere û Bexdayê de tên kirin.”
Bibîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.