'Herêma ewle li berjewendiya gelek hêzan nayê'

Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Felah Selah, nîqaşên li ser herêma ewle ya li Bakurê Sûriyeyê nirxand û got, ji ber ku herêma ewle li berjewendiya gelek hêzan nayê, nepêkan e. Felah Selah diyar kir, divê Kurd bi zanebûn gavan biavêje.

Danûstandinên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dewam dikin ku bi navê 'herêma ewle' dike.

Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Felah Selah, gefên dewleta Tirk ên bi navê 'herêma ewle' li Rojava dixwe, ji ANF'ê re nirxand. Felah Selah diyar kir, Tirkiye ji bo Kurdan hemûyan gefek mezin e û got, Tirkiyeyê ku demeke dirêj nobedariya Skyes-Pîcot a polîtîkaya li dijî Kurdan kir, niha qîma xwe bi vê nîne û li pey xeyalên Osmanî yên hegemon ketiye.

Selah got, "Vê yekê jî dixwaze di nava atmosfera siyasî û leşkerî de bike ya ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk pişta DAÎŞ'ê şikand derkete holê. Dewleta Tirk hewl dide DAÎŞ'ê û Kurdan mîna hev nîşan bide, her wiha pozîsyona xwe ya jeo-stratejîk bi kar tîne û dixwaze destketiyên Kurdên li Rojava ji holê rke. Aliyên xurt ên Kurdan gelekî zêde ne. Di vî warî de divê Kurd hay ji xwe hebin û yekîtiya xwe çêbikin. Ya herî girîng jî divê modela li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji hêzan hemûyan re vebêje. Ev yek aliyê Kurdan ê xurt e. Pêwîste were zanîn ku aloziya navbera DYE û Îranê wê dema bê girantir bibe û hesab jî li gorî vê yekê were kirin."

NÎQAŞA LI SER 'HERÊMA EWLE'

Selah bal kişand ser nîqaşên der barê 'herêma ewle' de ku hefteyên dawî ketiye rojevê û mînaka Başûrê Kurdistanê dane. Li ser mebesta Tirkikyeyê ji 'herêma ewle' jî Selah mînakên Îsraîl-Fîlîstîn û Bosna-Hersekê da. Selah got, "Di çarçoveyên de bi cih hate anîn. Kêm jî be tecrûbeyeke me ya Başûrê Kurdistanê di vî warî de heye. Lê belê di dema Enfalê de jî serî li tiştekî wiha nehate dayin. Piştî sala 1991'ê bi girtina qada hewayî re hewldaneke wiha çêbû. Ev yek jî pêwendiya xwe bi berjewendiyên hêzan hebû."

'EGER BI ÇAVDÊRIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û KOALÎSYONÊ BE, MAQÛL E'

Selah diyar kir, 'herêma ewle' ya li gorî dilê Tirkiyeyê nepêkan e û anî ziman, eger planeke wiha bê qebûlkirin ev yek wê were wê wateyê ku Tirkiye di şer de bi ser ketiye. Selah got, "Eger li Rojava 'herêma ewle' ya jî 'herêma li firîna balafiran qedexe' bi pêşengiya koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê were vekirin, ev ê maqûl bike. Eger bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî bê kirin wê maqûl be. Lê belê eger roleke wiha ji dewleta Tirk re bê dayin, evê ji bo Kurdan û herêmê bibe gefa herî mezin. Eger herêmeke bi 400 kîlometreyî dirêj û 30 kîlometreyî kûr ji Tirkiyeyê re bê dayin, ev ê bê wateya ku Tirkiye di şer de bi ser ketiye. Lê ne bawer im ku ev bê qebûlkirin."

'WÊ LI BERJEWENDIYA GELEK HÊZAN NEYÊ'

Çavdêrê siyasî yê li Başûrê Kurdistanê Felah Selah got, "divê ew tenê weke meseleyeke leşkerî li mijara 'herêma ewle' nenêrin û got, hewldaneke bi vî rengî dibe ku gelek hêzan bîne hemberî hev. Koorîdoreke wiha di heman demê de wê were wateya guhertina rêyên enerjiyê hemûyan."