'Her qada berxwedanê ji bo me çiya ye'

Gerîla Sarya Diyar got, "Em li ku li ber xwe bidin çiyayên me ew der e. Li kolaneke biçûk a bajarekî ku em nas nakin jî berxwedan dikare hebe. Ew der jî ji bo me çiya ye."

Gerîla Sarya Diyar digot, "Em li ku derê li ber xwe bidin ew der çiyayên me ye. Dibe ku ew der Avaşîn be, Besta be, Derya Reş be. Dibe ku kolaneke biçûk a bajarekî be ku em qet nas nake. Li ku berxwedan hebe ew der ji bo me çiya ye."

Gerîlayeke ku her qada berxwedanê ji bo xwe weke çiya didît, bi hezkirin û wêrekiyê tevdigeriya û berê xwe dida berxwedanê.

Li Avaşînê mirov ji kîjan gerîla bipirse wê qala gerîla Sarya bike. Ji ber ku wê erzaq, cebilxane, kêfxweşî û moral dibir ji her hevrêyên xwe re; bi çeperekê re, bi bingeheke şer re eleqedar dibû.

Ne ji ber berfê, ne jî ji ber baran, dema ku li Avaşînê dimeşiya ti carî gilî nedikir, her carê bi heman moral û manewiyatê erzaq digihand hevalên xwe yên li ser giran.

Beriya destpêkirina biharê dest bi amadekariyên çalakiyan dikir. Wêneyê xwedîderketina li jiyanê bû.

Gerîla Sarya haya xwe ji parastinê hebû. Dengê gerîlayekê li Şîve bilind dibe, wêneyê gerîlayekê li rêyên Govendê xuya dike. Bi destpêkirina biharê re wê çek datanî ser milê xwe û digot, "Ez ê biçim Govendê, biçim çalakiyê."

Berxwedana gerîlayeke jin, nêrîna wê ya li jiyanê bû. Ji xwe ev hezkirin bi xwe nebû? Ya ku hezkirin vediguheran rastiyê ne ev ruhên ku diyarî jiyanê hatine kirin e? Ya ku hezkirin tevlî berxwedanê dikir û li her cihî belav dikir, yek ji wan Sarya Diyar bû.

Artêşa Tirk a mêtinger dema ku 23'ê Nîsanê li qada Avaşînê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir, gerîla Sarya Diyar li qada Mamreşo bû. Li tunelên şer ên li qada Mamreşo cih girt. Li van tunelên şer bû navê tilîliyekê. Gerîla Sarya Diyar ku li dijî her cûre êrişên dagirkeran li ber xwe da, di 3'ê Gulana 2021'ê de tevlî karwanê nemiran bû û wezîfeya bilindkirina berxwedanê li pey xwe hişt.