'Her malek divê bibe mîna dibistaneke Kurdî'

Nivîskarê dîroknas Îhsan Colemêrgî destnîşan kir ku her Kukrdek bi taybetî jî welatparêz, ji bo Kurdî tune nebe mala xwe bikin hêlîneke perwerdeya Kurdî.

Nivîskarên Kurd Îhsan Colemêrgî, Nezîr Olçek û Îkram Îşler anî ziman, metirsiyeke mezin e ku zarokên Kurd dest bi axaftina bi Tirkî kirine û destnîşan kirin ku divê axaftin, nivîsandin û jiyana bi Kurdî ji malê dest pê bike û bibe ya sereke.

Dîroknasê Kurd nivîskar Îhsan Colemêrgî diyar kir ku şahidê gelên bindest çand û ziman e, serdest jî hewl dide van ji holê rake. Colemêrgî ragihand, dewlet ji bêtifaqiya Kurdan sûdê werdigire û bi vî rengî tundiya li ser çand û ziman zêde kiriye û got, "Bi zêdekirina hejmara saziyên perwerdeyê re hewl didin ku ziman û çanda Kurdan bi Kurdan bidin jibîrkirin. Îro zarokên Kurd ên dibin du-sê salî û dest bi axaftinê dikin êdî bi Kurdî neaxivin."

'EGER KURD BIXWAZIN WÊ ASTENGIYAN JI PÊŞIYA XWE RAKIN'

Colemêrgî diyar kir ku eger gelê Kurd bixwaze wê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî hemûyan ji pêşiya xwe rake, qet nebe wê kêm bike û got, "Li pêşiya Kurdan astengî tê danîn ku li ser zimanê xwe nexebitin. Ji ber vê yekê gelê Kurd, siyasetmedar hemû bi hev re divê hîn bêhtir xwedî li zimanê Kurdî derkevin û ji bo vê jî hîn bêhtir hewl bidin. Her welatparêz ji bo Kurdî tune nebe divê mala xwe bike hêlîneke perwerdeyê."

ZEXTA MÊTINGERAN

Nivîskarê Kurd Nezîr Olçek jî anî ziman ku çandên Ereb, Tirk û Fars mîna aşûtê bi ser ziman û çanda Kurdan ve tên û di bin aşûtê de dihêle. Olçek diyar kir ku rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd, kesên ku dixwazin tevkariyê li pêşketina vî zimanî bike neçar in ku di nava şert û mercan de bixebitin û got, ji bo çand û zimanê Kurd tune nebe divê ji binê aşûtê derkeve.

'DIVÊ EM BI KURDÎ BIAXIVIN Û BI KURDÎ BIJÎN'

Olçek anî ziman ku ew li kolanan dibînin zarokên Kurd ne bi zimanê xwe, lê bi Tirkî diaxivin û got, "Ev jî tê vê wateyê; zarokên ku paşeroja çand û zimanê me ye êdî hêdî hêdî bi ziman û çandeke cuda mezin dibin. Divê em zarokên xwe bi çîrokên bi zimanê xwe mezin bikin. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Di vê mijarê de çi ji destê kê tê divê hîn bêhtir bike. Kurd divê zarokên xwe bi çand û zimanê xwe mezin bikin. Her Kurdek divê mala xwe bike mîna dibistanekê. Bi Kurdî biaxive û bi çanda Kurd bijîn."

'DIVÊ EM LI RASTIYA XWE VEGERIN'

Nivîskarê Kurd Îkram Îşler jî bi bîr xist ku zarok êdî dest bi axaftina bi Tirkî dikin û got, "Ev yek gihîştiye wê astê ku nifşê nû bi taybetî dihele. Kurd wê teqez ji binê vê yekê rabe. Wê vê rewşê berevajî bike. Ji vî alî ve em bi hêvî ne."

Îşler diyar kir ku eger tiştek neyê kirin dema bê dibe ku pirsgirêkên girantir rû bidin û got, "Zarokên me beriya nifşekî bi Tirkî nizanî bû, piştî nifşekî asîmîlasyon gihîşt wê astê ku bi Kurdî nizanibe. Divê em li mala xwe xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Divê em televîzyonên bi zimanê xwe bişopînin, li wan temaşe bikin, bi zimanê xwe, bi fikrên xwe bijîn. Divê em pêşî li asîmîlasyonê bigirin. Rewşenbîrên me divê li rastiya xwe vegerin. Rojnamevanên me, nivîskarên me hemû divê bi taybetî girîngiyê bidin Kurdî."