Her ku diçe nerazîbûn zêde dibin
Li dijî êrîşên pêşmergeyên PDK’ê û koma bi navê “Pêşmergeyên Rojava” nerazîbûn dijwar dibin. Ji bilî civaka Êzidî beşek ji pêşmergeyan jî ji van êrîşan nerazîne.
Li dijî êrîşên pêşmergeyên PDK’ê û koma bi navê “Pêşmergeyên Rojava” nerazîbûn dijwar dibin. Ji bilî civaka Êzidî beşek ji pêşmergeyan jî ji van êrîşan nerazîne.
Pêşmegeyên PDK’ê ku şevê din xwestin bikevin Xanesorê, îro serê sibehê bi çekên giran êrîş kirin. Hêzên YBŞ’ê jî bersiv dan û şer derketin. Di şerê nêzî 2 saetan dom kir de, gelek çekdarên bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ hatin kuştin. Her wiha ji hêzên YBŞ’ê jî birîndar hene. Li ser daxwaza rayedarên pêşmergeyan saet derdora 10.00’an de şer rawestiyan.
Di rewşa niha de, li herêmê bêdengî heye, lê alozî jî didome. Di vê navberê de, me jî li ser sedemên derketina şer, nêzîkahiyên gelê herêmê, derdorên siyasî lêkolînek kir. Bi vê armancê me hem bi rayedarên YBŞ’ê re, hem jî welatiyên herêmê re hevdîtin kirin.
XWESTIN BIKEVIN CIHÊN RIZGARKIRÎ
Li gorî agahiyên ku me ji rayedarên YBŞ’ê girtin, pêşmergeyan xwestine ku li Xanesorê bikevin hinek cihên di bin kontrola YBŞ’ê de. Ev cih jî, di sala 2014’an de ji aliyê YBŞ’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin. Li ser vê yekê rayedarên YBŞ’ê ji bo ku alozî dernekeve, bi rayedarên pêşmergeyan re axivîn. Hêzên YBŞ’ê destnîşan kirine ku ew şer naxwazin û xwestin ku pêşmerge paşve biçin. Hêzên YBŞ’ê di vê çarçoveyê de heta serê sibehê li bendê maye ku pêşmerge vegerin. Lê di saetên serê sibehê de pêşmergeyan bi çekên giran êrîş kirin. Tevî vê yekê jî hêzên YBŞ’ê destpêkê tenê hewl dane ku êrîşê rawestînin. Lê piştî ku ranewestiya, bersiv dane û şer derketin.
PÊŞMERGE NAXWAZIN ŞER BIKIN
Dema ku êrîşan destpê kir, pêşmergeyên li herêma Xanesorê û Çiyayê Şengalê destnîşan kirin ku ew vî şerî naxwazin û tevlî nebûn. Her wiha hat gotin ku derdora 80 pêşmergeyên PDK’ê nexwestine tevlî êrîşan bibin, lewre jî hatine girtin.
Fermandarê koma bi navê Pêşmergeyên Şengalê Qasim Şeşo jî diyar kiriye ku xebera wî ji van êrîşan nîn e.
GELÊ HERÊMÊ ACIZ E
Di kêliyên destpêkê yên ku pêşmergeyan dixwestin bikevin Xanesorê de, gelê Xanesorê jî rahişt çekan û berê xwe dan çeperan. Li aliyê din li Xanesor û Çiyayê Şengalê gelek welatiyan berê xwe dan nuqteyên pêşmergeyan û nerazîbûn nîşan dan. Hinek dayikan jî alên PDK’ê yên ku bi çend wesayitan ve daliqandibûn, daxistin.