'Her gava ku em diavêjin, tolhildana şehîdên me ne'

Koçerîn Koçer a HPJ'î diyar kir ku ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Zîlan a ku sala 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kir, bû çavkaniya sûdwergirtinê ji jinên têkoşer re û got, "Her gava em diavêjin, her serketin, tolhildana şehîdên me ye."

Gerîlaya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Koçerîn Koçer têkildarî yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) axivî ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kir. Koçerîn Koçer diyar kir ku weke gerîlayên HPJ'ê ew li ser şopa Zîlan têdikoşin û got, "Hevrê Zîlan ruhê şoreşê û jiyana azad hînî me kir. Beriya her tiştî hevrêyên me yên meha Hezîranê şehîd bûn, bi taybetî jî hevrêyên me yên par li Zap, Metîn, Avaşîn, Garê û Heftanînê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînim. Şehîd ji bo me asta herî pîroz e. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Em ê her tim li ser şopa wan bin. Ji bo xewn û xeyalên wan ku Kurdistana azad û serbixwe ye, em ê têbikoşin."

Gerîla Koçerîn Koçer anî ziman ku ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî bû çavkaniya sûdwergirtinê ji jinên têkoşer re û got, "Fermandara me ya mezin hevrê Zîlan, li dijî hêzên ku dixwazin îradeya gelê Kurd bişikînin û hebûna wê ji holê rake, bi çalakiya fedayî bersiv da. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe fedayîtî hînî me kir. Weke gerîlayên jin em li ser şopa Zîlan in û ji bo xaka xwe Kurdistanê çi wezîfe bikeve ser milê me em ê bikin."

'EM JI BO GELÊ XWE Û XAKA KURDISTANÊ BERDÊLAN DIDIN'

Koçerîn Koçer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rê û rêbazên xwedîderketina li şehîdan û got, "Piştî şehadeta hevala Zîlan bi hezaran Zîlan afirîn. Weke gerîlayên jin, em ê timî xwedî li Zîlan derkevin. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe jiyan bedew kir û berxwedan ji bo me weke mîrate hişt. Em Rêber Apo ji xwe re dikin esas ku digot 'Zîlan fermandara min e'. Her gava ku em diavêjin, her serketina me tolhildana şehîdên me ye."

Dijmin niha li Zap, Metîna û Avaşînê êrişî gerîlayên Kurdistanê dike. Bila dijmin zanibe ku çiqasî êriş bike jî wê nikaribe îradeya gerîla bişikîne. Li dijî dagirkeran em ê bêdeng nemînin. Her gava em diavêjin ji bo gelê xwe, ji bo xak û rêberê xwe ye. Lewma em têdikoşin û li ber xwe didin. Ji bo vê em berdêlan didin. Em ê nehêlin ku dijmin bi êrişan zextê li gelê me bike. Em ji bo nasnameya gelê Kurd têdikoşin."

Gerîlaya HPJ'ê Koçerîn Koçer di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd bi taybetî jî ya ciwanan û dayikan hêz û moralê dide wan û got, "Em gerîla, em ê her tim bi gelê xwe re li ber xwe bidin. Ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo, ji bo dawînanîna li dagirkeriya li Kurdistanê li dijî dijmin em ê têbikoşin, gelê Kurd biparêzin."