Her du kesên ku polîsan êşkence lê kirin girtin

M.E.C û F.A ên li Amedê hatibûn destgîrkirin girtin. MA û kesê piştre hatibûn destgîrkirin jî bi şertê kontrola Edlî hatin berdan.

Li Taxa 5'ê Nîsanê ya Rezan a Amedê polîsê bi navê Atakan Arslan hatibû kuştin. Têkildarî kuştina polîs M.E.C., M.A. û F.A. û paşê jî du kesên din hatibûn destgîrkirin. Piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê her 5 kes sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Dozgeriyê M.E.C, M.A. û F.A bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir û her du kesên din jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeriyê kir. Dadgeriyê M.E.C. û F.A. girt û M.A. û her du kesên din jî bi şertê kontrola edlî berda.

Wêneyên M.E.C. ên li qereqolê derketibûn holê û di wêneyan de kifş bûbû ku li qereqolê hatiye êşkencekirin.