Helkefta 78'yiyan serdana malbata Şenyaşar kir

Endamên Helkefta 78'yiyan serdana malbata Şenyaşar kirin ku li dijî komkujiya AKP'yiyan li ber xwe dide.

Çalakiya Nobeta Adeletê ya Malbata Şenyaşar di roja 122'an de didome.

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 122'an de li dijî komkujiya AKP'yiyan li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe didomînin.

Her wiha serdanên li malbatê jî didomin. Îro endamên Helkefta 78'yiyan ku ji Dîlok, Riha û Pirsûsê hatin serdana malbatê kirin.

Li ser navê Helkefta 78'yiyan Atiye Okay axivî, got beriya niha xwestin ku serdana malbatê bikin lê ji ber ku berdevkê wan ê Tirkiyê nexweş bûye bi derengî ketine û ji ber derengketinê lêborîn ji malbatê xwestin.

Okay bi berdewamî got, ''Li ti devera cihanê drameke wiha nabe û li bara vê rayedar xwe kerr û kor nakin.''

Ferît Şenyaşar jî got, ''Heta ku dadmendî bi cih were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em li hêviya piştevaniyê, desteka hiqûqî ne.''

Dema serdanê polîsan dîmen digirt. Li ser vê dayik Emîne Şenyaşar got, ''Çima hûn nakevin pey kesên ku em kuştine? Çima hûn di pey me de ne? Biçin kesên ku em kuştin wan bigirin. Li nav malbata me hûn nikarin sûcdarekî bibînin.''