Hêlîn Umît: PKK têkoşîna herî mafdar a dîrokê dimeşîne

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku gelê Kurd 45 sal in têkoşîna herî mafdar û bi rûmet bi pêşengiya PKK'ê dimeşîne û got, ev yek rastiyeke welê ye ku nikare bê berevajîkirin û veşartin.

Hêlîn Umît diyar kir ku a niha li Avaşîn, Zap, Heftanîn û Xakurkê di serî de gerîla li her çar parçeyên Kurdistanê di nava têkoşînê de ye û got “Gerîla bi berxwedana xwe diyar dikin ku li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê tarza têkoşîna herî serkeftî gerîlatî ye. Mirov dikare ji vê re bibêje ev gerîlatiya sedsala 21’emîn e. Pênaseya ku em jê re dibêjin gerîlatiya modernîteya demokratîk jî di cih de ye. Navê wê çi be jî li hemberî êrişa ku dixwaze gelên cîhanê, bindestan, jinan, karkeran û bêkaran li ber deriyê pergala kapîtalîst bikin koleyên modern, li rêzeçiyayên Zagrosê yên ku mirov cara pêşîn lê bûye civak, domandin û geşkirina berxwedan û jiyana azad gelekî girîng û bi qîmet e.

Di şexsê gerîlayan de çanda berxwedanê ya civakên demokratîk serî hildide û li hemberî wê jî nirxên şaristaniya dewletparêze, desthilatdarparêz û mêrserwer êrişeke yekgirtî dimeşîne. Bi pênaseyeke teng gerîla li hemberî artêşa Tirk be di cewherê wê de têkoşîn dibe şerê di navbera du pergalan de. Li ku derê dibe bila bibe, tarza gerîla nîşan dide ku divê têkoşîn çawa were kirin. Gerîla li hemberî her cure serweriya qirker û rejîmên mêtinger têdikoşe û di heman demê de nîşan dide ku divê rêxistinbûn, têkilî, jiyan, îrade, pîvan, biryardarî û cesare jî çawa be.

Li gorî stratejiya şerê gel a şoreşgerî bersiva pirsa awayê têkoşînê di tarzê gerîlatiyê de ye û ne bi tenê kesên li çiyayan şerê azadiyê dimeşînin, hemû kesênku dixwazin têkoşîna azadiyê bimeşînin, divê li gorî van pîvanan bixebite, têbikoşe û şer bike. Berxwedana li hemberî bajar , gund, taxan a li hemberî mêtingeriya qirker jî li ser vî esasî dikare bi pêş ve biçe. Bi gerîlatiyê re bi derfetên herî hindik li her derê mirov dikare derbê li faşîzma AKP û MHP’ê bixe. Divê em ji bîr nekin ku berxwedana li hemberî qirkirinê israra di mirovayetiyê û israra di azadbûnê de ye. Em hevalên xwe yên şehîd ên ku rêya têkoşîna rast vekirin, bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Ji bo pêvajoya ku a niha gelê Kurd di nav de ye mirov dikare bibêje ‘pêkanîna azadiya xwe’. Pêngava serdema me jî li ser vê bingehê hatiye pênasekirin. Gelê Kurd 45 sal in bi pêşengiya PKK’ê têkoşîna herî mafdar û bi rûmet dimeşîne. PKK li hemberî mêtingeriya qirker têkoşiyaye û di vê têkoşîna xwe de bi ser ketiye.  Komara Tirkiyeyê li hemberî PKK’ê gelek caran têk çûye. PKK gelekî ku hebûn û nebûna wê dihate nîqaşkirin, hebûna gelê Kurd îspat kiriye.  MHP û AKP êdî nikarin bibêjin ‘Kurd tune’. Dibêjin Kurd hene lê nabe ku mafên wan hebe. Bi eşkeretî nikarin înkarê bidomînin, ji bo vê jî dixwazin rejîma qirkirinê li ser pêyan bihêlin. Tekane astengiya li hemberî vî tiştî jî berxwedana PKK’ê ye.

Gelê Kurd li Rojhiata Navîn zayîna xwe pêk aniye. Çawa ku li ser vê axê şoreşa pêşîn û sereke civakîbûn pêk hatiye, zarokên heman gelî dîsa li ser heman xetê zayîna xwe ya duyemîn wekî şoreşa modernîteya demokratîk pêk aniye û mirovahiyê ronî dike. Êdî derketiye holê ku gelê Kurd nayê tunekirin ,nexwe wê êdî çawa bijî? Wê bi bi azadî bi nasname û nirxên xwe yan jî di bin siya neteweyên din de wekî koleyan bijî?

Dewleta netewe dewlet a ku bi pêşengiya AKP û MHP’ê faşîzmê dike pergal û ji bo ku gelê Kurd nebe hebûneke xwedî nasnameya azad şerekî xedar dimeşîne. Rastiya di binê êrişkariya Erdogan û Bahçelî de ev e. Gelê Kurd dixwaze hemû xwe, nasnameya xwe bi awayekî azad bijî.  Di sala 7’emîn a ‘plana çokdanînê’ de , gelek derdor encamên wê dinirxînin. Tevgera me jî ev tişt her dem nirxand. Me fêm kir ku bi îradeya azadiyê û berxwedana wê em ê karibin vê planê pûç bikin. Ji ber ku gelê me PKK’ê baş nas dike, tu carî ji helwesta pêşengên xwe qut nebû. Çiqasî êriş hate kirin jî bi paş ve gav neavêt. Erê saziyên gelê Kurd û yên hêza demokrasiyê teng bûne, di bin çekan û şertên Rewşa Awarte de rastiyeke Kurdistanê derketiye holê. Kurdistan berê bi destên artêşê de û niha jî bi destê polîsên Tirk de ye. Metodên wan ji yên artêşa Tirk bêexlaqtir e. Dibe ku AKP û MHP ji vî tiştî re bibêje serkeftin lê ev têkçûna herî mezin a desthilatdariyê ye. Di vî alî de gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê berxwedana xwe piralî dimeşîne. Li Tirkiyeyê girseya herî polîtîk gelê Kurd e. Ev ne bi tenê xebata siyasetmedaran e. Ez nabêjim ev qet tune. Lê di serî de kirdeyên siyaseta demokratîk li ser jiyana siyasî ya Tirkiyeyê ferz dike û zindan di serî de rola siyasetmedarên Kurd hene. Azadiya ji bo gelê kurd li ku derê dibe bila bibe li Tirkiyeyê dibe lîstina bi agir. Lê biryardariya gelê Kurd xwe dispêre rastiyeke mezintir. Em dikarin ji vî tiştî re bibêjin israra di jiyana azad de.

Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê pîvanên xwe yên welatparêziyê geş dike. Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê dibe navenda êrişên li ser gelê Kurd. Gelê Kurd ne bi tenê li Kurdistanê li ku derê dibe bila bibe, hay ji vê rastiyê heye. Kesên ku hay ji vê rewşê tune kesên tirsonek in û tu têkiliya wan bi têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd tune. Li Tirkiyeyê jî kesên xwe nêzî AKP’ê dikin û ji xwe re dibêjin em Kurd in jî hene. Li Başûr jî kes hene ku ji xwe re dibêjin ez Kurd im û ez şopdarê doza gelê Kurd im lê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk meşrû dikin.Herî dawîn jî PDK’ê şervanên gelê Kurd qetil kiribû. Kesên li Rojava û Efrînê rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk vekirin jî ev in. Di cewhera van kesan de Kurdbûn tune û nasnameya Kurdan pêşkêşî dijminên Kurdan dikin. Gelo wê Kurdbûn çawa were pênasekirin? Nasnameya tê wateya pîvanê. Ji ber vê jî gelê Kurd dema ber bi azadiyê dimeşe, divê zelal bike ku wê kê qebûl bike û kê red bike. Divê kesên xisarê dide civakîbûna wê, nalet bike û ji nava xwe derxîne.

Berxwedana gelê me gihiştiye asteke girîng. Ev têkoşîna me ya berfireh faşîzma AKP û MHP’ê aniye asta xitimandinê. Lê ji bo encamstendinê pêdiviya me bi tiştên zêdetir heye. Ev pêvajoya têkoşînê, bişibe gelek demên din ên têkoşînê jî xweserî û cihêtiyê wê heye. Rêber Apo gotibû ‘Dem dide avakirin’  Dem ango rastiya dîrokî di heman demê de derfetên avakirina azadiyê jî dide me. Ev encam bi saya geşbûna bi pêşengiya PKK’ê ye. Çiqasî dijwariyê wê hebe jî ev ji bo me firsend e."

Umît derbarê nîqaşên muzakere û mûxabatiyê jî diyar kir ku rêveberiya tevgerê berê daxuyaniyên girîng daye û got “Beriya her tiştî Rêbertiya me nîqaşa mûxatabiyê dabû diyarkirin û gotibû ‘Ez li mûxataban digerim’ Ev lêgerîn heta niha jî domiya. Serokkomarê wê demê Tûrgût Ozal ji vî şerê qirêj aciz bûbû û fêm kiribû ku bi şer re encamek nayê bidestxistin û dest bi hewldanên mûxatabiyê kiribû.  Tiştên hatin serê wî jixwe tê zanîn. Piştî wê pêvajoyê doza derbarê gelê Kurd di warê siyasetê de bû amûrek. Heta niha tu nîşan tuneye ku ev tişt guheriye.

Rêbertiya me dema ku helwesta çareseriya li ser bingeha muzakereya demokratîk û makeqanûnê ava kir, got ‘Derd cihê xwe dît’ û diyar kiribû êdî çi bibe wê dîsa vegere vê derê.  23 sal ji ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an derbas bû. Di pêvajoya komploya navneteweyî de li Şamê ez bûbûm şahidê rojên Rêber Apo yên li Şamê. Ez bi zelalî dikarim bibêjim  Rêber Apo ji bo ku di çareseriya doza Kurdan de rêyên siyasî veke, rêya Ewropayê hilbijart. Ez dizanim gotinû ‘Ez kar wê li Enqereyê safî bibe’ Di sala 24’emîn a komploya navneteweyî de ev nîqaş dîsa geş dibin. Lê nîqaşên mûxatabiyê bêwate ne. Rêber Apo li cihê xwe yê sala 2013’an e. Di bernameyeke televîzyonê e dema ji gelê Amedê hate pirsîn gelê Kurd ê xwedî rûmet bersivên xweş dan vê pirsê û gotin her kes dizane mûxatab kî ye. Hemû êriş, komplo û dek û dolabên ku dixwaze gelê Kurd tune bike, nîqaşên Rêber Apo cihê ye, PKK cihê ye û gelê Kurd cihê ye, hemû vala ne.

Niha dibêjin bila HDP bibe mûxatab û ji bo navnîşana çareseriyê jî meclîs tê nîşandan. HDP avadaniya rêxistinkirî ya siyasetê li ser cewherê doza Kurdan dixwaze polîtîkayên qirkirinê yên 100 salî yên dewleta Tirk biguhere. Gelekî normal e ku li meclîsê bibe mûxatabê vê meseleyê. Ji ber ku ji xeynî HDP’ê tu partiyeke din nêzikatiyeke wê ya wisa tuneye ku doza Kurdan li ser bingeha civaka demokratîk çareser bike.  HDP ji bo çareseriya vê dozê ya li Meclîsê dibe saziyeke ku wê rola xwe pêk bîne.

Lê ji bo HDP’ê jî ji bo Meclîsê jî divê wisa neyê dîtin ku Rêber Apo li derve bimîne. Gelê Kurd bi Rêber Apo re hebûna xwe kiriye yek. Rêber Apo ne kesek e, rastiya gelekî ye. Gelê Kurd vê rastiyê baş dizane.  Ji ber vê jî nîqaş çi dibin bila bibin divê her kes bizanibe ku wê bi têkoşînê re encam were stendin. Divê sistbûnek çênebe û AKP û MHP’ê sûdê ji vî tiştî nestînin pê re jî rewşa ku derketiye holê divê bibe zemîna diyarkirina îradeyê û were diyarkirin ku mûxatab kî ne û ku der e.

Di vî warî de ez dixwazim balê bikişînim ser hinek xetereyan. Di warê mûxatab û muzakereyan de tê zanîn ku Tevgera me ya azadiyê çiqasî fedakarî kiriye. Ji bo ku li Tirkiyeyê rewşeke aram pêk were gerîla hatin vekişandin, ligel ku dihat zanîn wê werin girtin jî komên aştiyê hatin şandin, ji bo ku zemîna muzakereyê neyê provekekirin, her tişt hate kirin.  Di vî warî de tu kes nikare tevgera me sûcdar bike. Tişta ku faşîzma AKP û MHP’ê li ser pêyan dihêle jî di nav gel de fikra ‘Em dikarin vê dozê çareser bikin’ bû. Lê a rast tu nêta wê ya çareseriyê tunebû. Heke bixwesta xwedî derfetên vî tiştî bû. Di sala 2014’an de dema ku plana çokdanînê xistin dewrê, xwestin di nav gelê Kurd û di nav hin derdorên siyasî de vê bendewariyê zindî bihêlin. Lê a niha hemû derketin holê û deşîfre bûn. Êdî nikarin tu kesan bixapînin. Kurdên ku dengê xwe dane wan jî êdî bi wan naxapin. Axaftina Erdogan a li Amedê li ser vî esasî bû. Xwest Kurdên ku dengê xwe dane wî, pê re bin. A niha jî bi aktorên din dixwazin vî tiştî bidomînin. Divê mirov li hemberî vî tiştî hişyar be.”

Hêlîn Umît derbarê salvegera 24’emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo jî got “Ez hemû hêzên di vê komployê de cih girtine, bi tundî şermezar dikim û hemû şehîdên bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ê ku li dora Rêber Apo xelekeke agir çêkirin, bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Divê were zanîn bêyî hest û girêdanên mezin çalakiyên wisa nayên kirin. Herî zêde peyva Evînê dikare vî tiştî pênase bike. Girêdayîna bi Rêber Apo re ji aliyê gelek kesan ve rast nayê pênasekirin.  Rastiya herî girîng a Rêber Apo ev e ku gelê Kurd, milîtan û jin azad kiriye, hêzeke wî ya wisa azadkirinê heye. Heta ku hestên mezin û watedar tunebe, azadî dernakeve holê. Ji ber vê jî em qala Rêbertî dikin ku çavkaniya hezkirin, bawerî, îrade, cesaret û fedakariyê ye. Ji ber vê têgeha hezkirî herî zêde li Rêber Apo tê. Tu têkiliya hezkirinê nebûya wekî qehremanî, fedakarî û cesareta bi têkiliya bi Rêber Apo re.

Em dikevin saleke din a têkoşîna li hemberî pergala komployê. Bêguman wê sala 24’emîn a komployê jî bibe saleke têkoşînê. Rêber Apo li hemberî pergala qirkirinê ya Îmraliyê di şer de xwe ji nû ve ava kir û ji vê re got ‘Zayîna min a sêyem’. PKK û gelê Kurd wekî ‘Klana Apo’ bûne şopdarên vê heqîqetê. Sala 24’emîn a komployê wê bibe sala ku têkoşîna azadiyê geş bibe û komploger careke din têk biçe.

Divê em zindana Îmraliyê wekî pergala qirkirina li ser esasê tecrîd û êşkenceyê bibînin. Di vir de tê xwestin ku girêdana di navbera têkoşîna şoreşger a gel û bi Rêber Apo re were qutkirin. Divê em bibînin ku ev êriş a rast tê wateya ji hêza fikra azad dûr bixîne û mejiyan pûç bike.  Rêber Apo bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê ji bo ku têkoşîn rast û encamgir bidome, her tişt daniye holê. Rastiya Rêbertî ne formulên amade, lê reêya geşkirina têkoşînê ya di her şertan de nîşanî me da.

Di sala 24’emîn a komployê de em li ku bin, di kîjan xebatê  de bin divê em pêngava pêkanîna azadiyê geş bikin û komplogeran têk bibin. Wê sala 24’emîn bibe sala ku mêtingeriya qirker, hevkarên paşverû yên herêmî û piştevanên wan ên navneteweyî têk biçin. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê li hemberî berxwedana Îmraliyê têk çûne. Bi êrişên di salvegera komployê de xwest encamekê bistîne. Li ser vî esasî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Êrişa li ser Garê dixwest gerîlayên azadiyê qir bike û îradeya têkoşînê ya gelê Kurd bişkîne. Lê berxwedana gerîlayan a li Garê û piştre li Metîna, Zap û Heftanînê pergala komployê têk bir.  Di heman demê de ciwanên Kurdistanê jî diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên şerê taybet stûyê xwar neke û careke din diyar kirin ku ‘Ciwan fedaiyên Apo ne’ . Divê her kes bizanibe ku gelê Kurd li hemberî komploya navneteweyî biryardariya xwe ya têkoşînê careke din mezin kiriye. Wê li hemberî hêzên modernîteya kapîtalîst jî li hemberî hevkarên wan ên netewe dewlet û li hemberî hêzên paşverû yên wekî PDK’ê jî wê gelê Kurd li ber xwe bide. Gel û tevgera me berdêlên mezin da lê me hemû taybetiyên xwe yên qels dît û em bi hêztir bûn. Tevgera Azadiya Kurdan a ku PKK pêşengtiya wê dike, ne tevgera 20 sal berê ye. Kokên têkoşîna me gelekî kûr e û bi civakê re bûye yek. Komployê em nêzî gelê me kiriye. Ji ber vê jî dewleta Tirk nizane wê êrişî kê bike. Li ku derê binihêre PKK û rastiya Rêbertî dibînin. Rast dibînin. Ev razeke têkneçûnê ye. “

Hêlîn Umît derbarê rol û pêşengiya ciwanên Kurdistanê jî diyar kir ku PKK wekî tevgereke ciwanan ava bû û got “Karakterê xwe yê pêngavan wisa bi dest xist. Her dem di nav lêgerîn û tevgerekê de bû, bêyî fikar çû ser nakokiyan. Li ser vî esasî PKK partiya ciwanan e û kesên ciwan mane ne. Divê tevgera me ya ciwanan jî wisa têbikoşe. Bêguman ev tişt bi bangan pêk nayê, divê ciwan geşedanên li Kurdistanê bibînin û wisa tevbigerin. Di pratîkê de jî divê xebatên pêşiya çalakiyan vedike, were kirin. Li her ciha ku mirov dikare derbê li faşîzmê bixe, çi biçûk û çi mezin, mirov karibe dijmin aciz bike. Tevgera li hemberî hevkar, noker, xayîn, ajan û tecawizkaran.  Li gorî me helwesta ciwanên Kurdistanê zelal . Wê  ciwan di salvegera 24’emîn a komployê de ji bo hilweşandina pergala Îmraliyê pêşengtiyê bike û karibe hemû civakê têxe nav pêngaveke wisa.

Li ser vî esasî jinên ciwan di serî de bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikim ku şerê azadiyê bilidn bikin. Careke din diyar dikim ku em ê faşîzma AKP û MHP’ê hilweşînin û pergala qirkirinê ya Îmraliyê ji holê rakin."