Helîkopterên Tirk bombe li Bradostê barandin
Şevê din helîkopterên dewleta Tirk a dagirker bombe li geliyê Kewertê, Bêsnok û Çiyadêl ên devera Bradostê barandin.
Şevê din helîkopterên dewleta Tirk a dagirker bombe li geliyê Kewertê, Bêsnok û Çiyadêl ên devera Bradostê barandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, helîkopterên dewleta Tirk a dagirker şevê din bombe li geliyê Kewertê, Bêsnok û Çiyadêl ên devera Bradostê barandin.
Welatiyê gundê Xelîfan Emîr Hesîn ji ANF’ê re axivî û got; "Şevê din leşkerên dewleta Tirk bi helîkopteran bombe li sînorên me barandin. Ev jî bû sedem ku tirsa koçberiyê bikeve nava gundiyan. Di bombebaranê de zirar gihişte jîngeh û warê gundiyan."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker navçeyên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran û topbaran dike. Di bomberanê de welatiyên sivîl tên hedefkirin.