Helîkoptera ku gerîla lê da, kete xwarê

Gerîlayên 1'ê Gulanê li navçeya Başan a Îdirê çalakiyek kiribûn û derb li 2 helîkopterên bi tîpa Atak xistibûn. Hate ragihandin, yek ji wan helîkopteran ketiye xwarê û pîlotên wê mirine.

Gerîlayên HPG/YJA Starê 1'ê Gulanê li navçeya Başan a Îdirê li ser rêya Qereqola Aydinlarê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anîbûn. Di çalakiyê de 5 leşker hatibûn kuştin û derb li 2 helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Atak hatibû xistin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin, yek ji helîkopterên derb xwar demeke kurt piştî ku ji herêmê dûr ket, kete xwarê û îmha bû. Hate ragihandin 2 pîlotên di helîkopterê de mirine.