Helbestên Hêlîn a Helebî li ser evîna welêt in

Hêlîn Tirbespiyê ji bo azadiyê ji Helebê bi rê ket û xwe gihand çiyayên Kurdistanê. Gerîla Hêlîn anî ziman ku ew bi helbestên xwe yên bi Kurdî û Erebî hestên xwe baştir tîne ziman.

Bayê Şoreşê ku Tîrmeha 2012'an li Rojava deng veda, ne tenê çarenûsa Kurdistaniyên li Bakurê Sûriyeyê, her wiha qedera hemû gelên li herêmê guhernad. Têkoşîna ku bi avabûna YPG û YPJ'ê li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê hate dayin, ji bo gelê Ereb jî bû hêvî.

Ewladên leheng ên gelê Ereb di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li dijî çeteyên paşverû ji bo azadiyê têdikoşin.

JI HELEBÊ BER BI TIRBESPIYÊ, JI TIRBESPIYÊ BER BI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

Hêlîn Tirbespiyê (Hêlîn Ereb) ku bi eslê xwe ji Helebê ye û li Tirbespiyê ji dayik bû, demeke kin piştî ku tevlî nava refên YPG û YPJ'ê bû, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hêlîn Tirbespiyê hestên xwe bi rêya helbestên xwe yên bi Erebî tîne ziman.

Gerîlaya YJA Starê Hêlîn Tirbespiyê diyar kir ku malbata wê timî hez ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê kir û got, "Bêguman ev sempatî ne ewqasî zêde bû ku bixwaze keça wan tevlî nava PKK'ê bibe. Lewma dema ku nû tevlî bûm, bi erênî nêzî biryara min nebûn. Dibe ku ji ber keç bûm, bavê min destpêkê li ber biryara min rabû. Halbûkî di nava refên QSD'ê de du birayên min hebûn."

'ŞERVANÊN YPG Û YPJ'Ê YÊN BI BIRÎNDARÎ DIÇÛN ENIYA ŞER, BANDOR LI MIN DIKIRIR'

Tirbespiyê li ser biryara xwe ya tevlîbûna li nava refên YPG/YPJ'ê got, "Me didît bê YPG'yî, YPJ'î bi çi rengî dijîn, çawa tevdigerin. Têkiliyên germ ên ku di nava şer de dihatin danîn, bala me jinên ciwan ên Ereb dikişand. Dema ku min şervanên birîndar didît ku tevî wê birîna xwe jî diçûn eniya şer, wijdanê min derdket pêş." Tirbespiyê anî ziman, tevî ku di nava şer de dibistana xwe didoman, dest ji dibistanê berda û tevlî nava refên YPJ'ê bû.

Tirbepsiyê da zanîn, bi saya YPG û YPJ'ê ne tenê li nava Kurdan, her wiha li nava hemû gelan rê li ber guhertineke mezin a civakî vebû û got, "Bi saya YPG/YPJ'ê rewşa me diguherî. Di nava malbatê de têkiliyên navbera xwişk û bira êdî li ser pîvana hurmetê dihate danîn. Navê birayê min Zerdeşt e. Min jê re got, ku dixwazim tevlî bibim. Wî jî got, 'Ev biryara te ye, ez ê bi rêzdarî pêşwazî bikim'. Eger min beriya YPG û YPJ'ê tiştekî wiha jê re bigota, nepêkan bû ku bersiveke bi vî rengî bida."

'PKK CIVATEKE KU MIROVÊN JI HER NETEWEYÊ LI HEV CIVIYANE'

Tirbespiyê anî ziman ku piştî 5 mehên li nava refên YPG û YPJ'ê wê ev yek ji bo xwe 'têrker' nedîtiye û xwestiye bê Kurdistanê. Tirbespiyê got, "Min dixwest rastiya Kurdan li cih bibîne. Rêberê me Ocalan çima li zindanê ye? Bi salane ev mirov çima hîn li çiyê ne? Me li Rojava beşek ji şer didît, gelo ev şer wê bi çi rengî were qedandin? Çima Kurdistan hîn jî nayê naskirin? Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê çi ye? Ev pirs û gelekî din di hişê min de bûn. Ez niha hîn bêhtir dixwazim hîn bibim. Ji ber ku agahiyên me yên neyî ji bo avakirina siberojê têrê nakin."

Tirbespiyê diyar kir ku li çiyayên Kurdistanê herî zêde gerîlayên jin bandor lê kirine û got, "Rewşa jinên li çiyê ne weke ya li nava civakê ye. Li vê derê jiyaneke paradîgmayî ya wekhev diafirînin. Tevlî perwerdeya şervanên nû bûm û min fêhm kir bê Rêbertî çi ji me dixwaze, çima ewqasî kedê ji bo me dide, çima pêwîstiya cîhanê bi PKK'ê heye." Tirbespiyê destnîşan kir ku PKK têkoşîneke enternasyonal dide û diyar kir, di mijara ziman de wê qet zehmetî nekişandiye û di demeke kin de hînî Kurdî bûye. Tirbespiyê got, "PKK civateke ku Tirk, Elman, Fransayî, Fars, Ereb, mirovên her neteweyî li nav hene."

Tirbespiyê bal kişand ser girîngiya azadiya jinê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Rêberê me dibêje, divê jin azad bibe."

'SELAMÛN ALEYKE YA WATAN!'

Tirbespiyê got, wê navê Hêlîn ji şehîdeke YJA Starê girtiye û wiha dewam kir: "Hêlîn jinek bû ku gelekî bandor li min kir. Lewma min xwest navê wê hilînim û xwedî li bîranîna wê derkevim."

Hêlîn a ji Helebê diyar kir, ji roja hatiye çiyayên Kurdistanê û vir ve bi Kurdî û Erebî helbestan dinivîsîne û bi vî rengî hîn baştir hestên xwe tîne ziman. Mijarên sereke yên helbestên wê jî, Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Zeynep Kinaci (Zîlan), Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên YJA Starê, evîna welat û azadî ye.

Hêlîn a ji Helebê herî dawî ji bo hemû hevalên xwe yên ji bo welêt têdikoşe, helbesta xwe ya bi navê "Selamûn aleyke ya Watan" dixwîne.