'Heke şoreş maratonek be..'

"Heke şoreş maratonek be, sed metreyan destpêkê herî baş tu beziyayî. Tevahiya şehîdên me jî derizgehê vê maratonê ne."

Gerîla Çeleng Dilhat ango bi navê xwe yê malê Naîf Onder, sala 1984’an li gundê Payîzava ya ku girêdayî herema Wanê tê dinê. Di sala 2005’ an de tevlî nava tevgera azadiyê dibe, gerîla Çeleng piştî ku li çiyayên Kurdistanê weke Zagros û Erzirom dimîne herî dawî derbasî Dersîmê dibe, li wir jî di encama oparasyonekê de di 26’ ê Gulanê 2010’ an de li Pilumura girêdayî Dersîmê, tevlî nava kerwanên nemiran dibe.

Di jiyana gerîla de; tişta ku balê mirovan dikişîne, ew îrade û bawariya wan ya xûrt e, ku tu tiştekî li pêşiya xwe nakin asteng û zehmetiyan nas nakin, ji bo wê jî her têdikoşin. Lê tenê tişta ku ji wan re zehmet tê, nîqaşkirina ser teybetmendiyên rêhevalên xwe yên şehîd in û cihê wan dagirtine. Ji ber her hevalikî/ê dema tevlî nava kerwanên nemiran dibin, erka ku dikeve ser milên rêhevalên wê/î temamkirina armanca wan e. Gerîla Dilhat jî wiha ser rêhevalên xwe yên şehîdbûne tîne ser ziman “Di cîhanê de yek ji karê herî zehmet ku deynin pêşiya mirovan ew e ku mirov rêhevalê xwe yê şehîd bûyî, te li pey xwe hiştî, te di jiyana xwe de kêlî bi kêlî şahîdiya jiyana wî/ê kirî, we her tişt bi hev re parve kirî, hûn bûne hevdozên hev û te ew ber bi dawîbûnê ve rêwî kirî, vebêjî. Bihêlin nivîsandin, ne pêkan e ku dema mirov bîne ziman zehmetiyan nekişînê. Nexasim di demeke wiha de ku şoreş didome girtina xebateke wiha zehmetir e.”

‘ŞAGIRTÊ RÊBERÊ XWE BÛ’

Gerîla Dilhat bi israra xwe ya tevlîbûnê her cureyên rêbazan diceribîne û bi biryarekî xwirt gava xwe davêje. ruxmî hemî astengiyan ku têne pêşiya wî jî lê gava xwe şûn de navêje û wiha didomîne, ‘’dema wexta leşkertiya min hat, min biryar da ku ez neçim; lê ev ji hêla malbata min de xweş nehate pêşwazî kirin. Piştî wê ez hatim girtin. Lê Min firar kir û çûme Stenbolê. Ez 7 mehan mam û dîsa vegeriyame Wanê. Dîsa li min îhbar kirin. Piştî ku min 11 rojan leşkertî kir min dîsa firar kir û hatim raste rast tevlî PKK’ê bûm. Wiha tevlê bûm.” Bi vî awayî gerîla Dilhat hêrs û kîna xwe ya li hemberî dijmin dida der.

Qehreman Çeleng bi xwestek û hezkirina xwe ya ku derbasî piratîkê bibe di rapora xwe de ku ji rêveberiya partî re dişîne wiha dibêje;”Pêşniyara min a yekemîn ji bo Serhedê ye. Heke ji bo vê derê ne pêwîst be, pêşniyara min a duyemîn ji bo qada Wanê-Payîzava ye. Ez ji gelek aliyan ve Payîzavayê hem ji hêla erdnîgariyê ve dinasim hem jî beşeke mezin a gelê wê dinasim. Ez eşkere bêjim ez neçûnê napejirînim. Ez bi hestên xwe jî tevnagerim. Ez dixwazim biçim pratîkê. Ez hêvîdar im ku hûn ê bi fêmdarî pêşwazî bikin.”

Milîtan Gelhat di dema çûndina xwe ya li qada Bakûrê Kurdistanê bi coşek mezin xatirê xwe ji rêhevalên xwe dixweze. Ji bo wî jî ne girîng e ku pir bi hevalan re mayîn çêbibe, lê tişta girîng ew e ku tu bi têr û tijî bijî. Her vê ji xwe re esas digre û bi minakeke axaftina xwe wiha bi dawî dike. “Heke şoreş maratonek be, sed metreyan destpêkê herî baş tu beziyayî. Tevahiya şehîdên me jî derizgehê vê maratonê ne. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku, ew ala wan dewrê me kirî em vê alê bigirin û pêşdetir bibin. Ev jî encax bi şabûna şehîdan pêkan e.”