BI DÎMEN

‘Heke dadmendî û zelalî çêbibe wê krîza Başûrê Kurdistanê çareser bibe’

Wekîlê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn got, ‘’Em amade ne. Bêyî ku em bibêjine Başûr, Rojava, Bakur, bi projeyeke hevpar em nêzîkatiyeke rast li arîşeyan bikin’

Wekîlê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn got, divê PDK û YNK divê berjewendiyên xwe yên takekesî li hêlekê bihêlin, bi projeyeke berbiçav derkevin holê û got, ‘’Em amada ne. Bêyî ku em bibêjin Başûr, Rojava, Bakur, bi projeyeke hevpar em nêzîkatiyeke rast li arîşeyan bikin’’

Emîn diyar kir krîza siyasî û ekonomîk a ku tê jiyîn ji ber wê sedemê ye ku yasa bê hikm hatine hiştin, hatina petrolê diçe qasaya hin partî û şexsan û got, di rêveberiyeke dadmend û zelal de hemû arîşe wê çareser bibin.

Emîn têkildarî kongra netewî û azadiya Ocalan jî got, ‘ji bo kongra netewî em dereng jî mane, divê demildest were kirin’ û got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi kongra netewî wê azad bibe.

Şêrko Heme Emîn arîşeyên ku Başûrê Kurdistanê dijî û têkildarî mijara kongra netewî pirsên ANF’ê bersivand.

Li Başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e ku rewşa krîzê heye. Partî gelek caran li hev rûniştin. Lê ti çareserî jê dernekete. Gelo girêka vî karî di kû de ye? Ew rewşên ku li gel hemû lihevrûniştinan çareserî asê kiriye, nahêle ku geşedanek çêbibe çine?

Di serî de divê em vê bibêjin; arîşey ji nakokiyên siyasî peyda dibin. Li Başûrê Kurdistanê du enî hene. Eniyek jê dibêje arîşe bi sîstema parlamentoyê wê çareser bibin û dibêje divê serokê herêmê ji hêla parlamentoyê ve were hilbijartin, di heman demê de ji hêla parlamentoyê ve were kontrolkirin. Eniya dî jî dibêje divê serok ji hêla gel ve were hilbijartin û divê ne di bin kontrola parlamentoyê de be.

2013’an dema ku peywira Mesûd Barzanî qediya, ku dema seroktiyê ya yasayî di navbera 2009-2013’an de bû, PDK-YNK li parlamentoyê çend saetan rûniştin û ji bo 2 salan peywir hate dirêjkirin. Ev jî dibû 19’ê Tebaxa 2015’an. Di yasayê de hatibû gotin, ‘Barzanî yê ku peywira wî qediyayî bi teqezî divê careke dî dema wî ya peywirê neyê dirêjkirin’ Lê li gel vê yasayê û biryara parlamentoyê jî ev biryar pêk nehat.

Di wê demê de ku peywira Barzanî bi dawî bûbû YNK, Tevgera Goran, Komala Îslamî, Yekgirtû Îslam û Tevgera Îslamî dixwestin ku ev arîşe çareser bibin, yê ku çareserî nedixwest û ne xwedî projeyeke çareseriyê bû PDK bû. PDK li derveyî yasayan tevgeriya. Piştre bi biryara partiyê ya 12’ê Cotmehê re, bi darbeyekê parlamento hate girtin û wezîrên Goran ji peywirê hatine kirin. Ji wê demê ve li herêmê krîzeke giran a siyasî heye. Di navenda vê krîzê e jî arîşeya ‘seroktiyê’ heye. Krîza ekonomîk ku karîgeriyeke giran li ser civakê dihêle jî encama vê krîzê ye.

Piştî van hemû geşedanan di navbera partiyan de çûnûhatin çêbûn. Nûnerê Barzanî Fuat Huseyîn jî bi partiyan re rêze hevdîtin kirin. Lê di van hevdîtinan de ji bo çareseriya arîşeyan ne xwedî ti proejeyan bûn. Pitşre Mesûd Barzanî 20’ê Cotmeha 2016’an têkildarî çareseriyê hin daxuyanî dan. Piştî van daxuyaniyan jî hin danûstandin çêbûn. Lê ji van jî ti çareserî derneket. Biya min PDK’ê guh neda daxuyaniyên Barzanî.

Ji bo çi PDK ev qasî dixwaze ku Mesûd Barzanî li ser kursiyê seroktiyê rûne?

Demekê li gorî peymana di navbera PDK û YNK’ê de biryar hatibû standin ku seroktî, darayî, petrol, karê derve û hin wezaret di destê PDK’ê de bin. Jixwe wan jî sedema bernedana seroktiyê jî wiha digotin, ‘’li gorî peymana me û YNK seroktî ji me re ye, Serokomariya Iraqê jî ji YNK’ê re’. YNK jî dibêje 2014’an wan Serokkomarî bi hilbijartinê bi dest ve anîn. Lê li vir armanc domdarkirina desthilatdariya PDK’ê ya li herêmê ye. Bi vî awayî, bi rayeyên ku di dest de digirin, li gorî berjewendiya grûbên li derdora PDK û Barzanî ava dikin.

Lê PDK dibêje, di serdemeke wiha de ku li herêmê talokeya DAIŞ’ê heye, em naxwazin Mesûd Barzanî dest ji kar berde û ev taloke ye. Biya te jî ku Mesûd Barzanî dest ji kar berde taloke ye?

Na, tiştekî wiha nabe. Ev hemû hincet in ku dixwazin bi van hincetan Barzanî li ser kursiyê xwe rûniştî be. Binerin li Iraqê şer heye, DAIŞ heye lê dîsa jî hilbijartina xwe dikin. Hem serokkomar guherî û hem jî serokwezîr. Li Israîlê jî wiha. Heke wiha be naxwe divê em bipirsin: 2013’an şer tinebû, çima wê demê destê wî kursî nebû? Çima hewceyî pê dîtin ku mayina xwe dirêjtir bike? Biya min li Başûrê Kurdistanê tundiyeke siyasî heye. Kursiyê seroktiyê hatiye desteserkirin. Vî kursiyê seroktiyê ji bo berjewendiya partî û malbata xwe bi kar tînin.

Di hevdîtinên partiyan de tu van raman û boçûnên xwe par ve dikî?

Bêguman em van dibêjin. Em dixwazin ku yasa werin sazkarkirin. Em dixwazin hem kêşeya seroktiyê were çareserkirin û hem jî helwesta şexsî ya li ser seroktiya parlamentoyê biguhere. Li şûna vê em dixwazin ku wekîl werin civandin û ku hewce kir bi dengên piraniyê ev kêşe çareser bibe. Em weke Tevgera Goran dixwazin ku Parlamentoya Kurdistanê sazkar bibe. 2005’an dema ku em ne li parlamentoyê bûn, PDK, YNK’ê yasayek derxistin ku tê de dihate diyarkirin ku divê parlamento bêalî be. Ji bo vê jî em diyar dikin ku di bin banê parlamentoyê de hemû deng, fraksiyon, partî nakokiyên xwe bi rêya yasayan çareser bikin.

Beriya bi du heftiyan wê danûstandin dîsa dest pê bikirana lê dest pê nekir. Çima? Heke hevdîtin dîsa dest pê bikin, wê projeyên çareseriyê yên partiyên din û yên we wê hebin?

Ya rast a ku divê xwedî projeya çareseriyê be PDK ye. Ji ber ku Mesûd Barzanî 20’ê Mijdara 2016’an got ew ji guherînê re vekiriye û her sê serok jî divê biguherin. Em ji vê re amade ne. Em arîşeyan ji rehekê ve çareser bikin. Em bersiva pratîka a van daxuyaniyên Barzanî bidin. Ji bo çareseriya krîza siyasî û aborî em hazir in. Li gor me ev mijar bi lezgînî divê werin çareserkirin. Ji ber ku ev rewş  li Başûrê Kurdistanê weke rêbaza kedîkirina bi birçîbûnê tê bikaranîn. Lê weke ku min gotî PDK divê bi projeyeke wiha ya li gorî daxuyaniyên Barzanî divê were. Em bi vî awayî dest bi guherînê bikin.

Ev kêşe bandora xwe li civakê jî dikin. Biya te ev krîzên ku hatin jiyîn, bandoreke çawa li hêla civakî, psîkolojîk dikin.

Ya rast pir jê bibandor bû. Bi taybetî jî krîza aborî ku weke encama krîza siyasî derkete holê, pir tehde li civakê kir. Bi rêveberiyeke xirab dixwazin gel mecbûrî xwe bikin û dîsa dengên wan bistînin. Dixwazin ku gel daxwazaa guherîneke sîstemê neke û tenê di hêla ekonomiyê de ji bo ku rehet bibin tevbigerin. Bi vê rêveberiya xirab û sîstema îdarî xwestin ku encameke wiha biafirînin. Ji hêla psîkolojîk tişta ku gel dijî qet nafikirin. Ji bo vê jî demildest ev krîza heyî divê were çareserkirin. Ji ber ku ev rewş raçîna civakî û kulturî dimehîne.

Ya dî jî ji bo ku baweriya gel bi hilbijartinê nemîne vê dikin. Ji bo ku bi zorê li desthildariyê bimînin vê dikin. Bi vî awayî dixwazin di hilbijartinan de qelpîtiyê bikin. Vê jî tenê domdarkirina desthilatdariya xwe dikin.

Ev demeke ku bi Bexdayê re ragêşiyek li ser mijara bûdçe, firotina petrolê heye. Bi ser de tê gotin krîza aborî ya herêmê ji ber wê sedemê ye ku bûdçeya herêmê nayê dayîn. Lê em dizanin ku li herêmê petrol rasterast tê fiirotin. Bi bê firotinê krîza aborî ya herêmê çareser nabe?

Biya min heke dadmend, vekirî û zelal bin, yasayên têkildarî petrolê werin bicihanîn, dewlemendiya herêmê têrî her tiştî dike. Lê rêveberiya xirab, nelirêtî, bikaranîna dewlemendiyan a ji bo berjewendiyên şexsî, dîsa nediyariya aqûbeta bûdçeya ji Bexdayê tê, ji ber nediyariya aqûbeta hatina petrolê ya ji peymana petrolê ya ku bi dewleta Tirk re hatî kirin, tê gotin 25 milyon dolar deynê herêmê hene. Li herêmê meaş nayê dayîn. Heke mirovên xwedî ûcdan werin ser rêveberiyê, bi hatina berdest em xwedî wê potansiyelê ne ku dikarin 2-3 herêmên bi qasî Başûr xwedî bikin. Lê mixabin yên ku niha li herêmê desthilatdar, di serî de PDK, YNK bi qasî ku xema eniya xwe dixwin, ew qasî xema civaka Kurdistanê naxwin, ji bo vê jî petrolê û dewlemendiyê jî ji bo birçîbûna gel dixebitînin.

Ku em van hemûyan bînin cem hev, dema ku em bi kaosa Rojhilata Navîn re bidin ber hev, di serdemeke wiha tenik de, heke Başûrê Kurdistanê problemên xwe çareser nake, dawiyeke çawa li benda me ye?

Em bi bîr bînin, 2014’an dema ku DAIŞ’ê bi ser herêmê de girtî, negot tu ji kîjan partiyê, ji kîjan rengî ,bawerî û mezhebî yî. Li Başûr, Rojava, Şengalê komkujî pêk anîn. Me dît ku çi tofan bi serê Kurdên Êzîdî de anîn. Em niha dibînin ku li gel hemû nakokiyan jî Tirkiye, Îran, Sûrî li dijî Kurdan xwe digihînin hev. Bêyî ku bibêjin ev Başûr, Rojava, Bakur e, li her deverê dixwazin destketiyên Kurdan, azadiya wan asteng bikin. Ev dijminê Kurdan in. Ji bo vê jî em hêzên siyasî û bi taybetî yên ku kana pirsgirêkan in, divê demildest ev van probleman çareser bikin.

Bi projeyeke hevpar divê em nêzîkatiyeke rast nîşan bidin. Çawa ku Pêşmerge, Gerîla, şervanan li eniya şer yekîtiya xwe ava kirin, divê em jî di siyaetê de vê pêk bînin. Gerîla-Pêşmerge ev yekîtî li deverên cihê yên Başûr ev pêk anîn. Pêşmerge- Gerîla ev li Kobanê pêk anîn. Bi heman rengî em weke Tevgera Goran û wekîlên YNK’ê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de em çûne Bakur me xwe tevlî nav xebatên hilbijartinê yên HDP’ê kir. Ji ber ku qedera me yek e. Bakur, Başûr, Rojhilat ne girîng e. Heke em li her deverê yek bin, em baştir dikarin destketiyên xwe û siberojê biparêzin. Wiha piştî DAIŞ’ê jî em ê serkeyî bin. Divê em ne ew bin ku tenê li meydana şer xwîna wan dirije. Kurd di nexşeya Rojhilata Navîn a piştî DAIŞ’ê de bi teqezî divê berjewendiya hevpar a siyasî hebe û ev jî bi yekîtiyê pêk tê.

JI BO KONGRA NETEWÎ DERENG JÎ ÇÊBÛ

Di rewşeke wiha de ku li herêmê ev arîşe berdewam dikin, nîqaşên li ser kongra netewî jî berdewam in. Hin alî dibêjin ev arîşe wê bi kongra netewî çareser bibe û hin jê jî dibêjin piştî ku arîşeyên di navbera partiyan de çareser bû wê kongra netewî çêbibe. Tu li ser vê babetê çi dibêjî?
Biya min ev ne problemên wiha giran in. Bi hêsanî dikarin çareser bibin. Biya min kongra netewî jî dereng maye. Diviya ji mêj ve bihatana kirin. Di navbera partiyan de nakokî hebin jî divê kongra netewî pêk were. Di wê kongrê de divê polîtîkaya netewî were diyarkirin, li gorî vê tevbiberin û bi vî awayî bi destketinê siyasî heq ji vê pêvajoyê em derbikevin.

YEKÎTIYA NETEWÎ WÊ OCALAN AZAD BIKE

Mijareke dî ya girîng jî ew e ku bi Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ev 18 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 18 sal in li girtîgeha Imraliyê dimîne. Pêkanîna kongra netewî wê bandoreke çawa li ser vê komployê bike?

Heke kongra netewî pêk were wê ji dinyayê re û bi taybetî jî ji AKP’ê re were gotin; Kurd yek in, wê çarenûsa xwe bi hev re diyar bikin, bi hev re tevbigerin. Ji bo vê jî azadiya Birêz Ocalan teqez wê pêk were. AKP li gel hemû êrîşên qirker ên faşîst dît ku li Bakur nikare pêşî li têkoşînê bigire. Ji ber ku girtin, çewisandin nikare têkoşîna netewî ya Kurd bi paş ve bixîne. Berevajî wê xurttir bike. Em dizanin ku Birêz Ocalan her çendî di zindanê de jî be mesajên xwe digihîne neteweya xwe û giraniya xwe li ser siyasetê datîne. Bi girtîna Birêz Ocalan a di zindanê de nikarin risya wî û karîgeriya wî bişkînin.

Têkildarî salvgera komployê mesaja te wê çi be?

Bi teqezî Birêz Ocalan divê demildest azad bibe. Ji ber ku berdewamkirina rewşa girtîbûnê ya Birêz Ocalan ne li gorî rêgezên demokratîk û ne jî li mafê mirovan tê. Berevajî ya ku dewleta Tirk dibêje, projeya aştî û çareseriyê bêyî Ocalan bi teqezî bi ser nakeve. Heke bi rastî jî dixwazin di Tirkiyeyeke demokratîk de tê xwestin ku hemû cihêtî wekhev û azad bijîn, divê heqê Kurdan nas bikin û Birêz Ocalan azad bihêlin.’’