Hejmara sivîlên li Şeladizê hatin qetilkirin bû 4 – NÛ – BÛ

Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma navbera gundên Rêkan û Nerwê yên Başûrê Kurdistanê barandin û hejmara kesên hatîn qetilkirin bû 4.

Ji ber bomberdûmanê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, sivîlek jî bi giranî birîndar bûbû.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, duh danê êvarê saet di 21.00’an de li herêma navbera gundên Rêkan û Nerwê yên bajarokê Şeladizê, balafirên şer ên Tirk bombe li gundiyên ji rezê xwe vedigeriyan, barandin. Di encama bombebaranê de ji koma 7 kesan 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û agahî ji 3 kesên din nehatiye girtin.

Ajansa nûçeyan a RojNews nasnameya kesên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. Van kesan jiyana xwe ji dest dane; “Alî Mistefa û Cîger Mistefa yên bira yên ji gundê Sîda û Sedat Sîtkî.” Di nûçeyê de nasnameya kesê din yê jiyana xwe ji dest daye jî kesê bi navê Hakîm yê ji gundê Kerya Dera ye.

Kanala televîzyonê NRT a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, ragihand ku ji bo biçin cihê êrîşê xebatkarên wan bi rê ketine, lê belê ji ber ku bomberdûmanê demeke dirêj dewam kiriye, nekariye xwe bigihînin herêmê.

Nûçegihanê NRT’ê yê Şeladizê jî bi rêya telefonê tevlî bultena nîvro bû û got, "Li gorî agahiyên ji gundiyan hatin bidestxistin, bedena mirovên jiyana xwe ji dest dane şewitiye û nayên naskirin."

Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve ji ber êrîşên balafirên şer ên Tirk, li Başûrê Kurdistanê 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.