Artêşa Tirk li Başûr komkujî kir: 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Di encam êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a li bajarokê Şêladiz a girêdayî herêma Avaşîn a Başûrê Kurdistanê de , hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 10’an.

Deweleta Tirk a ku duh di saetên şevê de li dijî gundiyên bajarokê Şêladizê ya herêma Avaşîn a Başûrê Kurdistanê êrîşke lidar xist, qetlîam pêk anî.

Li gor agahiyên ji herêmê ku têkildarî êrîşa artêşa Tirk a li ser herêmê hatin girtin de, hat diyarkirin ku 4 welatî hatibûn qetilkirin û ji 3 welatiyan jî agahî nedihat girtin. Welatiyên Şêladizê yên ji bo girtina cenazeyan çûn herêmê, cenazeyê her 3 kesên din jî dîtin.

Li gor agahiyên hatin girtin, di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a şevê din li ser gundê Hore de, 3 sivîlên din li vir hatin qetilkirin. Cenazeyên her 3 kesan anîn Nexweşxaneya Şêladizê û navê wan nehat zanîn.

Navê 4 kesên ku heta niha eşkere bûne wiha ne: Yek ji gundiyên ku hat diyarkirin ji eşîreta Rêkanî ye Hekîm û ji gundê Kerya Dera ye. Alî Mistefa û Ciger Mistefa ku birayên hev in û Sedat Sitqî jî ji gundê Sida ne.