Hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan bû 35 kes

Hejmara mirovên ji ber erdheja li Xarpêtê jiyana xwe ji dest dan bû 35 kes. HDP'ê jî ji bo erdhejzedeyan dest bi kampanya alîkariyê kir.

Piştî erdheja bi dijwariya 6.8 pileyî ya li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê, karên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirin, dewam dikin. Li taxên Mûstafapaşa û Sursuru ku erdhejê bandoreke giran li wan kir, tîmên AFAD û UMKE cenazeyên 4 kesan ji binê xirbeyan derxistin. Bi vê yekê re hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan bû 35 kes.

HDP'Ê DEST BI KAMPANYA ALÎKARIYÊ KIR

Rêxistina Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo mirovên ji erdhejê zerar dîtine dest bi kampanya alîkariyê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya rêxistina partiyê ji bo alîkariya kon, betanî, xwarin, paçê zarokan, ped a jinan û kincan bang hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku alîkarî wê li Şaredariya Erxeniyê bên komkirin û bigihînin erdhejzedeyan. Di daxuyaniyê de hate gotin, her kes dikare alîkariyê bi rêya rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyên lê ne bigihînin mexdûran.