Hejmara qurbaniyên erdhejê 450 derbas kir -NÛ BÛ

Hejmara mirovên ji ber erdhejê li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan zêdeyî 450 kes in. 7 hezar kes jî birîndar bûn. 12 hezar xanî xera bûn. Li Başûrê Kurdistanê jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 535 kes birîndar bûn.

Bîlançoya erdheja li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rû da, ku şîdeta wê 7.3 pile bû, roj bi roj giran dibe.

Gelek welatên li derdorê bi erdhejê hesiyan. Li Herêma Başûrê Kurdistanê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 535 kes jî birîndar bûne.

Erdhejê li navçeya Derbendîxan a Silêmanî rê li ber xisareke mezin vekir. Ji ber ku terk li bendava Derbendîxanê ketin, ava li bendavê bi rengekî bi kontrol hate berdan.

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ ZÊDEYÎ 450 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Bîlançoya li Rojhilatê Kurdistanê her giran dibe. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, zêdeyî 450 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî 7 hezar derbas kiriye. Ji ber erdhejê 12 hezar xanî xera bûn.

Bajarên ku herî zêde mirovan lê jiyana xwe ji dest dan, ev in: Kirmanşan, Serpol Zahab, Dalaho Selasî Bewecanî, Îslamadî Xerb, Qesrî Şîrîn û Ciwanro. Çavkaniyên herêmî gotin, bi taybetî li Qesrî Şîrîn û gundê Serpûlzîhabê xisareke giran çêbûye.

BANGÊN JI BO PIŞTGIRIYÊ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê duh daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku bi lezgînî piştgiriyê bi gelên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bikin.

HEYVA SOR A KURDISTANÊ DEST BI KAMPANYAYÊ KIR

Heyva Sor a Kurdistanê jî ji bo erdhejzedeyan dest bi kampanya alîkariyê kir.