KCK’ê banga ‘hevgirtina bi lez’ li gelê Kurdistanê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Kurdistanê re xwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî erdheja duh li Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê pêk hat, peyameke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di erdheja di 12’ê Mijdarê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Em ji malbata kesên ku jiyana xwe ji dest dane û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Ji bo hevgirtina gelê me yê ku li cîh û warên wan erdhej pêk hatiye, em banga alîkariyê li hemû gelê xwe dikin. Berpirsyariya me ya li cîran, gel û civaka me, peywira me ya mirovayetî û welatparêziyê ye, ji ber vê jî divê gelê me yên li hemû parçeyan û gelê me yê li derveyî welat bi hewara gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ve biçe. Divê mirovekî me jî bêxwedî, tî û birçî nemîne. Êşa gelê me, di heman demê de êşa me ye jî.

Gelê me divê karibe birînên xwe, bi xwe bipêçe û divê di vî warî de li cîhanê bibe mînak. Di vê çarçoveyê de divê her kes li her cihî xwe birêxistin bike û li gorî derfetên xwe bi hewara gelê me biçe.”