Hejmara kesên li Rojhilatê Kurdistanê hatine destgîrkirin bûn 64 kes

Rejîma Îranê di nava 15 rojan de 64 çalakvan, xwendevan û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê destgîr kiriye.

Pêla destgîrkirina welatiyên Rojhilatê Kurdistanê yê ji aliyê rejîma Îranê ve berdewam e.

Komeleya Rêxistinên Mafê Mirovan a Îranê (HRANA) li ser malpera xwe diyar kir ku ji 8’ê Çileya 2021’an heya niha 64 çalakvan, xwendevan û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine destgîrkirin.

Li gorî HRANA’yê rejîma Îranê gef li malbatên kesên hatine destgîrkirin xwariye ku ger mijarê bi çapemeniyê par ve bikin wê wan jî destgîr bikin.